Tevî biryara federaliyê jî kantona Swîsreyê rê neda AKP’ê
Her çendî Wezareta Karê Derve yê Federaliya Swîsreyê bêjin ‘mafê lidarxistina aktivîteyan heye’ jî rêveberên kanton û xwediyên salonan li ser hev bernameyên AKP’ê betal dikin.
Her çendî Wezareta Karê Derve yê Federaliya Swîsreyê bêjin ‘mafê lidarxistina aktivîteyan heye’ jî rêveberên kanton û xwediyên salonan li ser hev bernameyên AKP’ê betal dikin.
Daxwaza betalkirina aktivîteya Wezîrê Karê Derve yê Tirk ku li Otela Hîlton a Zurihê ji aliyê Wezareta Karê Derve ya Federal a Swîsreyê û rêveberên Kantona Zurîhê, ji aliyê rayedarê Karê Derve ve hatibû redkirin.
Tevî biryara Wezareta Karê Derve jî rayedarên Otela Hîlton a Zurîh roja Yekşemê ragihandibû ku aktivîteya ku wê li otela wan ku Çavûşoglû jî berşdar bibe hatiye betalkirin.
TEVÎ BIRYARA FEDERAL A ZURÎHÊ JÎ DESTÛR NEHATE DAYÎNA AKP’YIYAN
Li aliyê din aktivîteya ku wê ji aliyê ÛETD Swîsreyê ve ku di saetên şevê de li bajarê Affoltern ê girêdayî Zurîhê ku bi beşdariya Parlemeterê AKP’ê yê Stenbolê Hûrşît Yildirim jî beşdar bibûya ji aliyê rayedarê kanton û xwediyê salonê ve hate betalkirin.
KANTONA AARGAÛ JÎ DESTÛR NEDA
Li ser vê yekê rayedarê ÛETD diyar kirin ku wê di saet 19:30’an de li salona li bajarê Spreîtenback ê girêdayî Kantona Aargaûyê lidar bixin.
Rayedarên kantonê yên ku bihîstin ku wê aktivîte li Aargaûyê lidar bixin û polîs ketin tevgerê,çend saet mayî ji aktivîteyê re ragihandin ku aktivîte betal kirine.