Tevî ablûqeya polîsan, parêzeran çalakiya xwe domand
Parêzer li Stenbol û Amedê bi ablûqeya polîsan ve rû bi rû bûn.
Parêzer li Stenbol û Amedê bi ablûqeya polîsan ve rû bi rû bûn.
STENBOL
Parêzerên ku bi mebesta protestokirina taloqbûna civînên rêxistina giştî ya baroyan li ber Baroya Stenbolê hatibûn cem hev, ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan her çar aliyên Baroyê bi wesayît û hêzên çevîk ve xistin ablûqê, bi zorê bera parêzer û endamên çapemeniyê ku dihatin qadê dan kolana teng ya nêzî baroyê. Parêzerên ku bertek nîşanî vê yekê dan ji aliyê polîsan ve rû bi rûyê derb û dijûnan hatin. Tevî hemû astengiyan jî parêzeran daxuyanî dan û ragihandin ku ew ê serî li hemberî zextan netewînin. Parêzeran, kesên ku di komkujiya Enqerê jiyana xwe ji dest dabûn jî bi bîr anîn.
Navê rêxistinên parêzeran yên ku binê daxuyaniyê îmze kiribûn wiha ne:
“Koma Mafên Parêzeran/ Tevgera Parêzeran/ Sendîkaya Parêzeran/ Koma Parêzeran a Hemdem/ Saziya Mafparêzan a Hemdem Şaxa Stenbolê/ Mafparêzên Ji bo Demokrasiyê/ Platforma Tevgera Huqûqî/ Saziya Helwesta Çep ya di Huqûqê de/ Parêzerên Beşdar ên Saziya Mafparêzên Kartal/ Parêzerên Demokrat û Azadîxwaz ên Tevgera Bilindbûyînê ya Koma Parêzerên Hemdem Beriya her tiştî Prensîb/ Saziya Mafparêzên Ji bo Azadiyê Şaxa Stenbolê.”
AMED
Parêzerên ku ji bo lidarxistina 47’emîn Civîna Giştî ya Asayî ya Baroya Amedê hatibûn Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin Amedê, nehiştin ku bikevin hundur.
Serokê Baroyê Cîhan Aydin ku bertek nîşanî taloqbûyîna 80’emîn hilbijartinên baroyê ya li Tirkiyê ya bi biryarekî derhuqûqî da got ku bê edaletiya saziyên dewletê û dad bi xwe jî bûye beşekî jiyana rojane. Piştî daxuyaniyê Baroya Amedê heya Salona Konferansê ya Tahîr Elçî meşekî bêdeng pêk anî.