TEV-DEM: Pêwîst e piştgiriya bi Kobanê re bidome
TEV-DEM: Pêwîst e piştgiriya bi Kobanê re bidome
TEV-DEM: Pêwîst e piştgiriya bi Kobanê re bidome
Tevgera Civaka Demokratîk bi daxuyaniyekê hemû aliyên ku piştgiriya berxwedana Kobanê ya ev 37 roj in li pey hev didome kirin, spas kir û xwest hêzên navnetwî piştgiriya xwe ya bi berxwedana Kobanê re bidomînin û êrîşên hewayî li dijî çeteyan dewam bikin.
Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê girêdayî rewşa dawî ya herêma Kobanê daxuyaniyek da raya giştî. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Berxwedana Kobanê li hemberî êrîşên berberî û hovane yên çeteyên DAIŞ'ê derbasî roja xwe ya 37'an bû. Bi vê yekê Kobanê dibe navnîşana berxwedan, fedabûyîn, yekîtî, niştîmanî û demokrasiyê û ji aliyekî din ve bûye navnîşana qonaxeke nû ya şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê. Tevî derfetên kêm berxwedana Kobanê isbat kir ku vîna gelê azad dikare efsaneyên berxwedan û fedabûyînê binivîse û serkeftinên mezin pêk bîne."
Di berdewamiya daxuyaniya TEV-DEM'ê de hat diyarkirin ku gelê Rojava karîbû berxwedana efsaneyî pêk bîne û li hemberî çeteyên hov ên kuştinê bisekine û wiha hat gotin: "Berxwedanê karîbû bandorê li helwestên hêzên herêmî û navneteweyî bike. Ev serkeftin hemû bi saya qehremanî û lehengiya şervanên YPG'ê pêk hatin."
TEV-DEM'ê di daxuyaniya xwe de xwedîderketina gelê Kurd ê çar parçeyên Kurdistanê li berxwedana Kobanê û serhildana 'Her der Kobanê' li hemû bajar û herêmên Bakurê Kurdistanê silav kir û wiha hat gotin: "Di serhildana gelê me ya ji bo Kobanê de bi dehan şehîd çêbûne. Em şehîdên qadên serhildanan tevî şehîdên berxwedana Kobanê bibîr tînin. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê jî yekîtiya niştîmanî û demokratîk diyar kir û berfirehkirina qadên serhildanan nîşan da. Her wiha gelê me yê Başûrê Kurdistanê jî beşdarî avakirina vîna niştîmanî û xwedîderketina li Kobanê bû. Gelê me yê li Ewropayê xwedî roleke mezin bû û bi çalakiyên xwe yên rengoreng bandor li raya giştî ya Ewropî û navneteweyî yên xwedî biryar kir û bala hemû aliyan kişand ser doza Kurdî û berxwedana Kobanê.
Em spasiya hemû gelê dost ku bi gelê me yê Kobanê û berxwedana wî ya efsaneyî re sekinîn, dikin. Me dît ku li Ewropa, Rojhilata Navîn û Amerîkaya Latîn dostên gelê Kurd beşdarî çalakiyên xwedîderketina li Kobanê bûn. Gelê Kabulê û hêzên demokratîk ên Arjantînyayê xwedî li Kobanê derketin. Em van xwedîderketinan silav dikin. Di rastiyê de jî hemû cîhanê dît çawa gel çar aliyên dinyayê hevkariya hev dikin û bi hev re bi yekdengî disekinin."
Di berdewamiya daxuyaniya TEV-DEM'ê de hat destnîşankirin ku xwedîderketina li Kobanê hişt ku aliyên navneteweyî bikevin nava tevgerê û wiha hat domandin: "Piştre hêzên navneteweyî dest bi êrîşên li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li herêma Kobanê kirin û miqdarek çek ji bo qehremanên berxwedana Kobanê şandin. Ev piştgirî wê bandoreke xwe ya mezin li ser erdê hebe. Dîsa em dibêjin ku hemû hewldan û gavên piştgiriyê li cem gelê me cihê rêzdariyê ye."
TEV-DEM'ê bal kişand ser şerê ku li herêmê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li |Kobanê, Serêkaniyê û Şengalê didome û wiha got: "Eger çeteyên li xaka Sûriye û Iraqê bimînin, xeteriyên mezin li dijî gelê me û tevahiya mirovahiyê heye. Wekî ku gelê me li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bû yek dest, divê piştgiriya bi berxwedana Kobanê re bidome heta ku xeterî li ser nemîne û dawî li 'terorê' were. Tevî ku berxwedana li Kobanê, Şengal û Serêkaniyê û êrîşên hêzên Koalîsyona Navnetwî li dijî çeteyan didome, hê jî çete êrîş dikin û xetereya wan li ser hemû aliyan heye. Ji bo vê jî gelekî pêwîst e û girîng e ku piştgiriya bi berxwedana gelê me re bidome."