Teqsîvanên Ataşehîrê êrîşî çalakiya ODTU ya Kadikoyê kirin
Teqsîvanên Ataşehîrê êrîşî çalakiya ODTU ya Kadikoyê kirin
Teqsîvanên Ataşehîrê êrîşî çalakiya ODTU ya Kadikoyê kirin
Li Kadikoyê girseya ku jib o ku komkujiya daristana ODTU şermezar bikin li cadeya ku Peykerê Boga heye rê li trafîkê girt û li wir komeke teksîvanan êrîş kir. Ajokarên teqsiyan bi gotina ‘Em aliyên Tayyibin, hun çi rê digirin’ êrîşê girseyê kirin û balkêş bû ku hemû teqsîvan xebatkarên Rawestgeha Radîsson Ataşehîrê bûn.
Komkujiya daristana ODTU û êrîşa polîsan a Taksîmê li Kadikoyê hat protestokirin. Girseya li ber peykerê Boga hatin cem hev bi dirûşmeyên ‘Berxwe bide ODTU, Kadikoy bi tere ye’, ‘Her der ODTU ye her der berxwedane’, ‘Li dijî faşîzmê dest bidin hev’, ‘Biheje Tayyîp Kadikoy tê’, ‘Kadikoy dê ji faşîzmê re bibe gor’ hatin berzkirin. Meşa li ber peykerê Boga hate bidawî kirin şûnde girseyê rê li trafîkê girt.
GOTIN ‘EM ALIYÊN TAYÎBIN’ Û DERB KIRIN
Girseya li ser bertekên wesayîtan çalakiya xwe ya runiştinê kurt dimondin, dema belav dibûn, teqsîvanên li ser wesayîtên wan Radîsson Ataşehîr dinivîsî, destpêkê bi gotinan êrîş kirin û piştre derb kirin. Ajokarên teqsiyan gotin; Hun çi rê digirin, em aliyên Tayyîbin.’ Li ser vê çalakvanekî bertek nîşan dan û li ser vê 5 ajokaran ew derb kir. Polîsên sivîl hatin ketin navberê û bûyer bi dawî bû.