Temellî: Tekana astenga li pêş çareseriya pirsa Kurd AKP ye

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî li Wanê bi kedkarên çapemeniyê re hate cem hev, got, qeyûm ji bo welêt kana şermê ne û di hilbijartina xwecih de wê dawî li vê rewşê bînin.

 Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî, di civîna taştê ya Wanê de bal kişand ser helwesta darazê û diyar kir ku li Tirkiye daraza bêalî û serbixwe tune ye û wiha got: "Li Tirkiyê rojnameger bi ferman û daxwaza serokdewletên derve serbest tên berdan. Çend roj berê di operasyona li Amedê de 26 hevalên me hatin girtin. Li holê tu delîl û sûc tune yne. Hemû ji ber tev li xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê bûbûn bi fermana qesrê hatin girtin." 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezatî Temellî, li Wanê bi çapemeniya herêmî re di taştê de hat cem hev û civîna çapemeniyê pêk anî. Temellî, di civînê de axivî û bal kişand ser operasyonên li dijî siyasetmedarên û rojnamegerên Kurd. Temelî, anî ziman ku îro çapemenî ne azad e û nikare serbest nûçeyan çêke. Temellî, destnîşan kir ku li vî welatî azadiya çepemeniyê tune û wiha got: "Mixabin îro ne bi biryara darazê, bi daxwaza serokwezîr û serokdewletekî rojnameger tê berdan. Îro li vî welatî azadiya çapemeniyê tune ye."  
 
'LI DERVE MUDAXALEYÎ DARAZÊ DIKIN'
 
Temellî, bal kişand ser operasyonên siyasî û wiha berdewam kir: "Li Tirkiyê operasyona têgihiştinê tê avakirin. Dewletên derve mudaxaleyî darazê dikin. Heta ku daraz ne serbixwe û bêalî be, dê edalet pêş nekeve. Mirovên ku tên destgîrkirin, girtin û rastî ceza tên, wê edaletê ji ku peyda bikin? Îro dozger bi fermana qesrê operasyonan pêk tînin û dadger bi fermana qesrê mirovan digirin. Herî dawî çend roj berê li Amedê bi tundî û bê edaletiyê mirov hatin binçavkirin. Di operasyonê de bi qasî hevalên me ji pişta wan birîndar bikin tundî pêş xistin. Di vê operasyonê de mixabin 26 hevalên me hatin girtin. Ji ber ku darazê serxwebûn û bêaliyê xwe winda kiriye, beyî delîl hebin 26 hevalên me girtin. Daraz bêyî ku li delîlan binere, bêyî ku li holê sûc hebe li ser şahidê nepen girtin. Tenê sedem hevalên me ji ber ku tev li xebatên hilbijartina 24'ê hezîranê bûne hatine girtin. Niha Hevserokê Partiya me yê Amedê hatiye girtin. Çima ji ber ku tev li xebatê hilbijartinê bûne."  
 
'REWATIYA XEBATÊN HILBIJARTINA AKP'Ê TUNE' 
 
Temellî, bal kişand ser feraseta AKP'ê ya xebatên hilbijartinê jî û wiha lê zêde kir. "Ez binê wê bi xetê stûr xêz dikim. Tu rewatiya xebata hilbijartinê ya AKP'ê tune. Bi alîkariya dozger, walî, qeymeqaman xebatên hilbijartinê dimeşîne. Piştî fêm dike ku dê hilbijartinan winda bike tundiyê zêde dike. Îro 96 şaredariyên li herêmê bi qeyûman tê birêvebirin. Ev şerma herî mezin a Tirkiyeyê ye. Daraz ne serbixwe ye. Çapemenî tê asteng kirin. Yên siyaseta demokratik dimeşînin wekîl, hevşaredar û hevserokên me girtî ne. Ne tenê li ser vê axê û li herêmê, ger ku j destê wê bê dê li tevahiya welat qeyûm tayîn bike."
 
HIŞMENDIYA QEYÛM LI HER DERÊ BELAV DIKIN
 
Temellî, bal kişand ser polîtikayên AKP'ê yên navendîbûnê û wiha berdewam kir: "Li şûna ku Banka Navendî mudaxaleya enflasyonê bike, îro zabite li nava esnafan mudaxaleyî buhayê fêkî û zebzeyan dike. Ev rewşek pir xerab e. Ev hişmendiya qeyûm e. Dixwaze her tiştî di destê xwe de bigire. Ev hişmendî edaletê pêş naxe. Daraz û çapemenî tev di bin bandora vê feraseta yekperest û qeyûm de ne.  Ji ber vê hişmendiya qeyûmê tundî, zext, destgîrkirin û girtina li ser partiya me, endam û rêveberên me û berî her tiştî jî li ser gelê me didome. Ger ku em bixwazin vê tundiyê rawestînin divê em şêwirmendiyê xurt bikin.  Hişmendiya yekperest a îktîdarê vî welatî dike çolistan û tune dike. Vê yekê tenê li Wan, Şirnex û Amedê nake. Li Îzmir, Bûrsa, Bolû û hemû Tirkiye dike. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelan û rengan dikin ku em milê xwe bidin hev. Em bi hevre bi hevkariya hêzên civakî û rêxistinên demokratîk namzetên xwe hilbijêrin. Em bi reng, bawerî, nasnameyên xwe yên cuda bên cem hev. Em xwe jî û bajarê xwe jî bi xwe bi rêve bibin. Em bajaran bikin bajarê kedê, jinê. Em wekheviya nûnertiya jinê biparêzin. Em li dijî desthilata zordest bi hev re têbikoşin. Li aliyekî kampanya qeyûman ku bi yekperestî û yek mirovî dixwaze her tiştî bi xwe ve girê bide heye. Li aliyê din kampanya hişmendiya demaokrasî, pir rengî û pir dengî ya hemû reng û baweriyan di nava xwe de dihêle heye. Werin em hemû bibin yek û li dijî feraseta ceberût a qeyûman piraniyê biparêzin û xwe bi rêve bibin. 
 
WALÎ ZEVIYÊN XEZÎNEYÊ DIFIRIŞE 
 
Temellî, bang li hemû pêkhateyên Tirkiye yên demokratîk û muxalif jî kir û wiha pêde çû: "Em carek din dubare dikin. Werin em di hilbijartina rêveberiyên herêmî de ji bo siyaseta demokratîk û welatekî demokratîk bi ruhê tura duyemîn a hilbijartina 24'ê hezîranê têbikoşin. Werîn em Makeqanûna Demokratîk û Azadîparêz bi hevre ava bikin. 
 
Temellî, helwesta qeyûman a deyn û nelirêtiyan jî rexne kir û wiha bi dawî kir: "Walî li vir çavkaniyên gel çarçûr dike. Araziyê mafê xezîneyê difiroşe. Em dipirsin tu malê kê difiroşe kê. Yê ku vê yekê dikin sûc dikin. Dema van qeyûman ev şaredarî dewir girtin, tu deynê wan tune bû. Tu deynê wan tune bû. Nelirêtî tune bû. Lê niha di bin deynan de ne. Ji nelirêtiyê derbas nabe. Em dibêjin ev qeyûm dê deynê xwe jî bi xwe re bibin. Bila wisa ne li bendê bin ku deynê xwe ji mere bihêlin û biçin. Em dibêjin li gel qeyûman hûn dê deynê vî sûcî bidin û biçin. Kê ev deyn çêkirine ew dê vî deyni bidin. Ger ku gel ev deyn çê kiribe. Tabî gel wê li deynê xwe xwedî derkeve û bide. Lê ne wisa ye. Feraseta ku hêj pirsgirêka avê çareser nekiriye, bê navber peyarêyan çê dike. Heta gel xwe bi xwe bi rêve nabe, xizmet demokratîk nabe. Em bang li hemû gelan dikin ku dem dema yekîtiyê ye. Li dijî îktîdarê divê em bi rûmet bibin yek û bi hevre vî welatî ji vê rewşê xelas bikin."