Temellî: Divê her kes tevlî tifaqa demokrasiyê bibe

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî li Kongreya Asayî ya 4'an a HDP'ê axivî ûbang li her kesî kir ku tevlî tifaqa demokrasiyê bibe. Temellî got, ''Ji bo avakirina Komara Demokratîk di rêya demokrasiya mitleq de divê em têkoşîna demokrasiya radîkal geş bikin.''

Temellî di destpêka axaftina xwe de bal kişande ser coşiya li hêwana kongreyê û got, ''Ev coşî, kelecanî ji niha ve gihaye her cihê ku diviya bigihayê. Bawer bin, ev coşiya we, ev dengê we gihaye Imraliyê, Ocalan.''

ŞIKANDINA TECRÎDA LI SER OCALAN PEYWIRA ME YA DÎROKÎ YE

Temellî bi berdewamî bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ''Di van 2 salan de li dijî tecrîda mitleq a li Imraliyê ya li dijî Rêzdar Ocalan, me bedena xwe da ber girêva birçîbûnê. Li dijî tecrîdê me misyona aştiyê ya Rêzdar Ocalan û ramana wî ya demokratîk li her deverê vegot. Her ku me vegot ramanên li ser aştî û demokrasiya Rojhilata Navîn û cîhanê yên Ocalan li her deverê deng veda. Di serdema nû de jî şikandina tecrîda li Imraliyê û têkoşîna ji bo dahatuya azad peywira me ya dîrokî ye.''
Temelî bi berdewamî got, du salên bihurî wan hewl daye ku bibin layiqî rêça berxwedanê ya bi sedan salan, tirsa tifaqa AKP-MHP'ê li bara wêrekiya HDP'yiyan çok daniye û doman, ''Niha dema wê ye ku em wêrekiyê dîsa veguherînin jiyanê, hêvîyê dîsa geş bikin. Dema wê ye ku em sînorên ku netew-dewletên yek reng danîne ji qedera xwe bavêjin. Niha dema wê ye ku em çareseriya Konfederaliya Demokratîk bi rengê vebijêrkeke girîng diyarî gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê bikin. Niha dema wê ye ku em bêhtir rêxistiniya xwe bikin, niha hê bêhtir dema azadiyê ye.''

EM BANG LI HER KESÎ DIKIN KU TEVLÎ TIFAQA DEMOKRASIYÊ BIBIN

Temellî bi berdewamî got bi rêxistiniya Rêyan Sêyan xilaskirina gelan a ji faşîzma AKP-MHP'ê û avakirina desthilata xwe berpirsyariyeke dîrokî ye, ji bo ku desthilateke demokatîk bidin ber gelên Tirkiyê di serdema nû de wê têkoşîna xwe bidomînin. Temellî wiha bang ki: ''Li Tirkiyê û Rojhilata Navîn ji bo ku em demokrasiyê û aştiyê bidin gelan em dibêjin em li ser tifaqa demokrasiyê werin cem hev. Ne ji bo ku em yek zila, navendên wesayetê bikin desthilatdar, ji bo ku em rêgezên xwe bikin desthilat, em bang dikin ku tevlî Tifaqa Demokrasiyê bibin.''

Temellî her wiha got, ''Ji bo avakirina Komara Demokratîk di rêya demokrasiya radîkal de divê em têkoşîna demokrasiya radîkal geş bikin. Divê em bi berdewamî demokrasiya xwecih û pergala parlamenter a qeyîmkirî biparêzin''.

Temellî herî dawî diyar kir niha dema wê ye ku siyasetê bi rengekî xurtir bigihînin kuçeyan, taxan û meclîsan.