Temellî: Bi ser Tirkiyeyê re pere ji bo DAÎŞ’ê hat şandin

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bal kişand ser têkiliya Doza Kobanê û têkiliya DAÎŞ’ê ya bi Tirkiyeyê re û got, “Pereyê nepaqij ê DAÎŞ’ê bi ser Tirkiyeyê tê safîkirin.”

Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî li Meclisê têkildarî rojevên heyî daxuyanî da.

Temellî, got ku êrîşa Îsraîlê ya li dijî Refahê nayê qebûlkirin û da zanîn ku tevî êrîşên Îsraîlê jî di qada navneteweyî de zextek li Îsraîlê nayê kirin. Temellî, diyar kir ku Tirkiye jî tevlî van zextan nabe û wiha bersiva pirsa “Çima” da: “Ji ber ku sûdê ji kaoz û şerê li herêmê digire. Hêzên kûrewî ji polîtîkayên şer sûdê digirin lewma Bêîstîqrariya Rojhilata Navîn bi kêrî wan tê. Lewma em dibêjin ji bo tevahiya Rojhilata Navîn çareseriya demokratîk. Bi vê awayî dikare rê li ber qirkirina gelê Kurd û Filistînî were girtin.” 

Bi domdarî Temellî bal kişand ser nîqaşên têkildarî destûra bingehîn a nû û wiha pê de çû: “Hemû kes ji destûra bingehîn a 12’ê Îlonê bi gilî û gazinc e. Lê kesek ji bo bidawîkirina wê gavên şênber û jêbawer naavêje. Dema em qala demokratîkbûna vî welatî dikin, dema em qala destûra bingehîn a sivîl dikin, rêya vê ew e ku divê em bi heqîqetê re hevrû bibin. Heta ku hevrûbûneke bi heqîqetê re çênbe, heta ku guh nedin dengê Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê, li vî welatî ji bo demokrasiyê tu gav nikare bên avêtin.”

DOZA KOBANÊ 

Temellî, bi domdarî bal kişand ser Doza Kobanê û ev tişt anî ziman: “Doza kompasê ye. Hevalên me li eywanên dadgehê ev pêvajo darizandin û vegotin. Piştî darizandineke wiha girîng, biryar hate eşkerekirin. Me fêm kir ku kompasa bi destê daraza li gorî fermanan tevdigere, vala derket. Em ê vê xefikê dîsa vala derxînin û hemû hevalên xwe teqez azad bikin.” 

‘BI SER TIRKIYEYÊ RE PERE JI BO DAIŞ’Ê HAT ŞANDIN’ 

Temellî bal kişand ser têkiliya Doza Kobanê û têkiliya DAÎŞ’ê ya bi Tirkiyeyê re û DAÎŞ pereyê nepaqij ê bi ser Tirkiyeyê re biriye û Tirkiye ji ber vê yekê dixwaze ji lîsteya gewr derkeve. Temellî bi bîr xist ku Hêza Wezîfeyê ya Çalakiya Malî ya li Dijî Pêşîlêgirtina Pereyê Nepaqij (FATF) Tirkiyeyê xistiye lîsteya gewr û got: “Tirkiye dixwaze ji lîsteya gewr derkeve. Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Mehmet Şîmşek di dema hevdîtinên budçeyê de vê yekê gelek caran anî ziman; ‘Em dixwazin ji vê lîsteyê derkevin’. Çima? Çimkî fînansekirina terorê mijara gotinê ye. Pereyê nepaqij tê safîkirin.” 

Temellî bal kişand ser plana hikûmeta ya ji bo kuçikên kuçeyan û got: “Hin kes vê razandin-kuştinê wek siesta dibînin. Naxêr, ev komkujiyek e. Wê sewalên li kuçeyan bikujin. Ev nêzîkatiya îktidarê ya ji bo sewalan nayê qebûlkirin.” 

'QESR DI DEQÎQEYEKÊ DE 37 HEZAR LÎRE XERC DIKE’ 

Temellî da zanîn ku krîza aborî her ku diçe zêdetir dibe û got: “Îktidar xwedîgiravî tasarûfa aboriyê dike û dest bi tevdîrên tasarûfê kir. Di hefteyekê de derket holê ku ev tevdîra tasarûfa ku derxistine, tiştek çiqas pûç e. Li aliyekî tasarûfê dikin li aliyekî jî mesrefê Qesrê hed û hesabê wê tune. Qesra wan di deqîqeyekê de 37 hezar lîre xerc dike.” 

‘DIXWAZIN WELATIYAN BIKIN SÎXUR’

Temellî bal kişand ser banga îxbarê ya hikûmetê ku ji bo bacê dixwaze bixe dewrê û got: “Nêzîketiyek wiha bêmicid di dîrokê de pir hindik hatiye dîtin. Di dema Osmaniyan de baca ser hebe. Feraseta vê vê îktidarê jî heman feraset e. Yanî dixwazin gel bikin sîxur û berê gel bidin hev.”