Temellî: Şer û krîza ekonomîk girantir dibe

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku piştî hilbijartina herêmî ew ê qeyûmên dagirker ji Kurdistanê biavêjin û got, “Li aliyekî şer heye û li aliyê din jî krîz.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî çû serdana Rêxistina bajêr a Bedlîsê ya partiya xwe û rojev nirxand.

Temellî qala van tiştan kir:

“Qeyûmên ku bûne şaredar, dûrî gel in. Peywira me ev e ku em li dijî vê ferasetê têbikoşin. Bi van metodên zilimkar, erdnîgareke zilmê ava dikin. Niha dema wê hatiye ku em ji vê zilmê rizgar bibin. Ew dem e ku em xwedî li îradeya siyasî derkevin. Vê îradeya siyasî ji bazarkirinê re ne vekiriye. Ev îrade 40 sal in bûye têkoşîn.

QEYÛMÊN DAGIRKER

Li Kurdistanê her kes dibêje ku, xizmet nayê kirin û mîrateya me ya hevpar bi destê qeyûman tê firotin. Hemû erd, erazî û milkên şaredariyan pêşkêşî alîgirên xwe dikin. Li ser vî tiştî qeyûm deyndar in. Ne li gorî pêdiviya gel, li gorî berjewendiya sermayeya xwe ya alîkar îhaleyan çêdikin. Rêyên hene, xera dikin û ji nû ve çêdikin. Muxtarên ku çûne serdana Qesrê wan dişîne Spanyayê gerê, muxtarên li ba gel jî, wan ji peywirê distînin. Em ê îradeya xwe deynin holê û qeyûman ji vê axê biavêjin.

Duh serokkomar dibêje ku ‘min ferman daye ku bila hevalên min ji bo efûyê bixebitin’ Ev welat pêdiviya wê bi efûyê tune. Ev welat pêdiviya wê bi aştiya civakî heye, pêdiviya wê bi rejîmeke demokratîk heye. Gava pêşîn a vî tiştî em ê di hilbijartina herêmî de biavêjin.

TERORA TMK’Ê

Yek ji rêya avakirina aştiya civakî jî ev e ku Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) were rakirin. Ev qanûn welat terorîze dike. Mirov çi bixwaze, ev qanûn derdikeve pêşiya wan. Heke hûn li mafê xwe bigerin hûn dibin endamê rêxistina terorê, hûn hinekî din jî li mafê xwe bigerin hûn dibin rêveberê/a rêxistinê. Heke em aştiya civakî dixwazin, divê ev qanûn were rakirin.

DÎLBÛNA LEYLA GUVEN

Leyla Guven hê jî di girtîgehê de ye. Divê ev rewş bi dawî bibe. Parlementoya serdema 27’emîn divê bibe têkoşîna rûmetê. Heke Leyla Guven ne li wê parlementoyê be, di wê parlementoyê de kêmasiyeke mezin heye.

BANG

Êdî dema guhertinê hatiye. Bi feraseta neteweya demokratîk em dikarin komareke demokratîk ava bikin. Wê demê ew ê aştî were vî welatî. Heke aştî were vî welatî ew ê aştî were Rojhilata Navîn jî. 

LI EFRÎNÊ DAGIRKERÎ Û TECAWIZ HEYE

Desthilatdariya heyî kîngê tengijiye, dijminatiya li hemberî Kurdan zêde kiriye û xwestiye ji xwe re rê veke. Va ye em rewşa Îdlîbê bi çavê xwe dibînin. Hewl tê dayîn herêmeke bêçek amade bikin lê piştre ew ê çi bibe, ne diyar e. Desthilatdarî niha jî li Sûriyeyê, rojhilatê Firatê û Minbîcê dike rojev. Senaryoya li Efrînê, li Minbîcê jî derdikeve pêşiya me. Me wê demê jî got, Efrîn a Efrîniyan e. A niha li Efrînê talan, tacîz û tecawiz heye. Divê hemû hêzên derve destê xwe ji ser Sûriyeyê vekişînin. Divê gelên Sûriyeyê biryara li ser dahatûya xwe bidin. Astengiya herî mezin a li hemberî vî tiştî Erdogan e. Erdogan ditirse ku aştî were Sûriye û Tirkiyeyê.

JI GEL DIDIZIN

Li her dera Tirkiyeyê kêşeyên giran hene. Li aliyekî şer, li aliyê din jî krîza ekonomîk heye. Nikarin vî welatî bi rê ve bibin. Li vî welatî hejarî gelekî zêde bûye, bêkarî zêde bûye. 3 milyon ciwan bêkar in. Her roj ji ser sifreya me tiştan didizin. Kêşeyên teqawîtbûnê zêdetir dibe.

ERDNÎGARIYA XWEKUŞTINÊ

Em îro bi xemgînî hîn bûn ku hevalê me yê mamoste Ersîn Tûrhan xwe kuştiye. Ev mamoste li benda kadroyê bû. Bi deh hezaran mamoste hene ku li benda kadroyê ne. Ji dêvila çareserkirina vê kêşeyê, em di ernîgariya xwekuştinê de dijîn. Dibêjin Rewşa Awarte rabûye. Na, ji bo jin û kedkaran şertên Rewşa Awarte hişktir bûye.”