Temelkûran: Jiyana me li dora şerê Kurdan digere
Temelkûran: Jiyana me li dora şerê Kurdan digere
Temelkûran: Jiyana me li dora şerê Kurdan digere
Rojnamevan-nivîskar Ece Temelkûran li bajarê Elmanya Essenê di êvara xwendinê de rewşa siyasî ya li Tirkiyê nirxand û desthilatdariya AKP'ê rexne kir. Temelkûran got, "Dibe ku haya me jê nîne yan jî em naxwazin qebûl bikin lê tevahiya jiyana me li dora şerê Kurdan digere."
Fûara Pirtûkan a Rûhr, ku her sal li herêma Rûhr a Eyaleta Nordrheîn Westfalenê (NRW) tê lidarxistin, îsal di navbera 19-27'ê Cotmehê de pêk tê. Di fûara ku ji Tirkiyê gelek nivîskar, rojnamevan û helbestvan mêvanin de, duh êvarê rojnamevan-nivîskar Ece Temelkûran bi pirtûka xwe ya dawî "Jinên pif girêkan-Dugumlere Ufleyen Kadinlar" bi xwendekaran re rûnişt. Temel êvara xwendinê ya li Grîllo-Theater a li Essenê de Temelkûran beşên ji pirtûka xwe xwend. Temelkûran li ser rojnamevanî û nivîskariya romanê rawestiya û got, "Rojnamevanî bisînorkirî ye, wêje-roman hîn afirînerin. Wêje azadiya ruh e."
Ece Temelkûran rewşa siyasî ya li Tirkiyê jî nirxand û destnîşan kir ku bûyerên Gezî raperî û helwesta êdî bese ya li dijî Dûbaîbûyîna Stenbolê ye. Temelkûran diyar kir ku Gezî raperînek li hemberî desthilatdariya AKP'ê ye û got, "Gelek kesan gaz daqurtandin, zext dîtin. Zarok mirin. Lê kes jê venegeriya. Ev yek piştevaniyeke gelekî girîng e. Ciwanan ji bo 3 daran rabûn serî hildan. Ji bo azadiya xwe têkoşiyan. Evê çiqasî dewam bike yan dewam neke wê nizanim, lê weke civak em mirovên bîrereş (tiştan ji bîr dikin) e. Ev kevneşopî ji Komkujiya Ermeniyan a sala 1915'an û vir ve di nava me de heye. Me gelek bûyer ji bîr kirin. Emê vê jî ji bîr bikin? Wê nizanim. Lê belê ev jî rastiyeke, jibîrkirin nayê wateya tinebûnê. Ji ber vê yekê her bûyera qewimiye, li rewşa berê nayê vegerandin. Gezî jî tiştekî welê ye. Ev yek desthilatdariyê ditirsîne."
Ji bo pirsa guhdarvanekî ya "Çima hûn romana şerê 30 salan a Kurdan nanivisînin?" Ece Temelkûran got, "Dibe ku haya me jê nîne yan jî em naxwazin qebûl bikin, lê tevahiya jiyana me li dora şerê Kurdan digere. Niha di gelek berhemên wêjeyî yên roman, fîlm, muzîk de ev pirsgirêk tê vegotin. Her çend di gelek berheman de weke navê Kurd nayê bilêvkirin jî, behsa wê tê kirin."
Ece Temelkûran destnîşan kir ku li Tirkiyê mirov ji nedîtî ve tên û ev yek di gelek qadên jiyanê de tê dîtin.