Têkildarî Sezgîn Tanrikûlû destûra lêpirsînê hate dayin

Wezareta Edaletê têkildarî Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû destûra lêpirsînê da dozgeriyê.

Parlamenterê Amedê yê ji CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû di bernameya televîzyonekê de ji ber gotinên ku têkildarî artêşa Tirk got, hedef hate nîşandan.

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç diyar kir ku ji bo lêpirsîna li Tanrikûlû destûr daye dozgeriyê.

Tanrikûlû gotibû, "Her tiştên ku artêşa Tirk dike ji rexnekirinê azad nîne. Ji bo gumanên li ser artêşê ji holê rabin em van dipirsin."

58 sazî û platforman jî bi daxuyaniyeke hevpar piştgirî dan Tanrikûlû. Di daxuyaniya hevpar de ya bi sernavê "Sezgîn Tanrikûlû bi tenê nîne" hate ragihandin ku di demokrasiyê de ti sazî ji rexnekirinê azad nîne.