Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Têkildarî nûçeya Denge TV sererastkirin

Têkildarî nûçeya Denge TV sererastkirin

Nûçeya têkildarî Denge TV ya li ser peyka Turksatê weşana xwe dikir, ji ber sedemên aborî dawî li weşana xwe aniye ku di ANF’ê de cih girt, ji aliyê midûrê nûçeyan yê televîzyonê ve hate derewandin.

Piştî ku nûçe hate weşandin, midûrê nûçeyan yê televîzyonê Mehmet Taş daxuyaniyekî nivîskî şand û ragihand ku, nûçe ne raste.

Lijneya Weşana Denge TV di malpera înternetê ya televîzyonê de têkildarî girtinê daxuyaniyek da û got; “Di nava 5 salên ku em li gel we bûn, em rastî gelek asteng û keleman hatin. Hinek caran me pirsgirêk derbaz kirin, hinek caran em neçarman frekansên xwe biguherin, hinek caran jî hate girtin. Weke rêveberiya Denge TV ev nêzî meheke pirsgirêkên ku em rastî tên, hewil didîn derbaz bikîn. Lê belê ji ber sedema nirxên me yên exlaqî û derfetên di destê me de nemimkûne ku em van pirsgirêkan derbaz bikîn. Em vê yekê pir bi xemgîn ji temaşevanên xwe re dibêjîn ku, dê di demek kurt de weşana me bê rawestandin. Bawer bikin ku di demek herî kurt de em dê dîsan bi temaşevanên xwe yên binirx re bin…”

Rêveberiya ANF’ê ji ber sedema nûçeya televîzyon “ji ber pirsgirêkên aborî hate girtin” lêborîn ji xwendevanên xwe û rêveberiya televîzyonê xwest.

Denge TV ku ji sala 2007’an ve li ser peyka Turksatê weşanê xwe dike, i taybetî li Kurdistanê weşanek xurt dikir û gelek temaşevanên wê hebûn. Televîzyona ku navenda wê li Êlihê bû bi zimanê Kurdî û Tirkî weşan dikir.