'Tecrîd pirsgirêkeke rejîmê ye'

Zekî Bayhan ê li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Tekîrdagê yek ji berxwedêrên rojiya mirinê bû. Bayhan got, "Me tecrîda li Îmraliyê ti carî weke tecrîda li girtîgehê nedît. Tecrîd pirsgirêkeke rejîmê ye. Berxwedana me jî li dijî vê rejîmê bû."

Yek ji berxwedêrên rojiya mirinê Zekî Bayhan ê li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Tekîrdagê bû ku 10'ê Gulana 2019'an kete rojiya mirinê.

Bayhan nêrîna xwe ya der barê tecrîdê ji ANF'ê re nirxand û anî ziman, tecrîd ne tenê pirsgirêkeke girtîgehê ye, pirsgirêkeke rejîmê ye. Bayhan got, "Me tecrîd ti carî weke tecrîda li girtîgehê nedît. Tecrîd pirsgirêkeke rejîmê ye. Ji Îmraliyê pêl bi pêl li qadên civakî belav dibe. Berxwedana me jî li dijî vê rejîmê û sîstema rêveberiya faşîst bû. Bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê me ji bo bidawîkirina rejîma tecrîdê wezîfeya bingehîn bû. Ji ber vê yekê xwedî girîngiyeke stratejîk e. Tecrîdkirina Rêberê me dihate wateya tecrîdkirina mûxalefetê, astengkirina mûxalefetê. Lewma kêm be jî bidawîbûna tecrîdê tê wateya belavbûna zexta li ser civaka demokratîk û mûxalefetê."

Bayhan destnîşan kir, berxwedan ne tenê berxwedana girtiyên PKK'î ya jî malbatên wan e, berxwedan a saziyên din e jî û got, "Hinek yekser, hinek jî bi piştgiriyê xwedî li vê berxwedanê derkevin. Divê tevkariya van hevalan bê dîtin."

Bayhan anî ziman, ew zanin ku bi du hevdîtinan re dawî li tecrîdê nehatiye anîn û got, "Lê belê bi vê berxwedanê re tecrîd derizî, qulek di tecrîdê de hate vekirin. Ji bo bidawîbûna tecrîdê ev yek gaveke serketî bû. Pirsgirêkên tenduristiyê, pirsgirêkên din li aliyekî ji ber vê serketinê em aram in. Em kêfxweş in ku piştî çend salan me dengê Rêberê xwe bihîst. Em spasiya dayikên xwe yên berxwedêr dikin ku di nava vê pêvajoya çalakiyan de li gel zext û zordariyê li ber xwe dan. Dixwazin bi taybetî destnîşan bikin ku me hêz ji berxwedana wan wergirt. Ev yek têkoşînek e, gaveke serketî hate avêtin. Têkoşîn didome."