Tecrîd li Frankfurtê hate şermezarkirin

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Frankfurtê yê Elmanyayê bi meş û mîtîngekê hate protestokirin.

Bi sedan kes tevlî meşê bûn û pankartên bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re", "Divê tecrîdkirina Ocalan tavilê bi dawî bibe" hildan. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî berxwedana Leyla Guven" hatin qîrîn û girseya gel heta Gotheplatzê meşiya.

Piştre mîtîngek hate lidarxistin û işaret bi rewşa çalakgerên greva birçîbûnê hate kirin. Her wiha hate gotin, divê Konseya Ewropa û CPT tavilê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.