Parlamenterê Partiya Çep Amîneh Kakabaveh daxwaz kir ku, civîn û merasîmên olî yên ku li parlamentoyê pêk tên ji ber ku bi rêgeza laîkbûnê re di nav nakokiyê de ye bila bêqedexekirin.
Parlamenterên Partiya Moderast ku hevkarê mezin yê desthilatdariyê ye Amîr Aden û Abdilirizak Waberî û parlamenterên Partiya Hawirdorê Mehmet Kaplan, sefîrên mezin yên welatên Misliman ku bi wesîleya Cejna Qurbanê li Swêdê bûn vexwendiyên parlamentoyê kiribûn.
Parlamenterê Partiya Çep Amîne Kakabaveh bertek nîşanê bikaranîn lokalên parlamentoyê yên ji bo civîn û şahiyên olî da. Kakabaveh diyar kir ku, sedema berteknîşandana wî eve ku ev pirsgirêkeke prensîbiye û goti tu eleqeya wê bi civîna ku dawî hatiye kirin re nîne. Kakabahev da zanîn ku, siyasetmedarên li parlamentoyê peywirê dikin divê ol û polîtîkayê tevlî hev nekin.
Kakabahev wiha got: “Swêd welatekî di warê laîkbûnê de pêşenge lê em dibînin ku olê dikin nava parlamentoyê. Tenê ne ku yên ku parlamentoyê bi rêve dibin, parlamenter jî divê encamên vê bizane. Rêveberên parlmentoyê li lokalên parlamentoya Swêdê pîrozbahiyên olî pêk tîne û divê ev yek neyê kirin û şaşe. Ji bo bikaranîna lokalan divê sînor bên diyar kirin û divê li wir ol cih negire.”
Parlamenterê Partiya Gelan Anna Steele jî piştigriyê dide Kakabahev. Anna diyar dike ku, divê ol li derveyê parlamentoyê bê girtin û got ku dê di demeke nêz de mijarê bi serokê parlamentoyê re biaxivin. Steele diyar dike ku, divê ev rêbaz bên guhertin.