Tê payîn îro di Doza Kobanê de biryar bê dayîn
Tê payîn ku îro di Doza Kobanê de ku Hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî 108 kes tên darizandin de, biryar bê dayîn.
Tê payîn ku îro di Doza Kobanê de ku Hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî 108 kes tên darizandin de, biryar bê dayîn.
Doza Kobanê ku weke kumpaseke desthilatdariyê ya li dijî HDP’ê tê dîtin, bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an li dijî êrişên DAÎŞ’ê yên ser Kobanê, hat vekirin.
Danişîna biyarê ya dozê ku 18 jê girtî 108 kes tên darizandin, îro bê dîtin.
Danişîn wê di saet 10:00’an de li kampusa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan jî tevlî bibin.
Tê payîn ku siyasetmedarên girtî tevlî danişînê nebin. Navên siyasetmedarên girtî wiha ne: “Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Alî Urkut, Gunay Kûbîlay, Nazmî Gur, Îsmaîl Şengul, Bulent Parmaksiz, Alp Altinors, Sebahat Tûncel, Zeynep Karaman, Zeynep Olbecî, Aynûr Aşan, Ayşe Yagci, Ayla Akat Ata, Dîlek Yagli, Pervî Odûncû, Meryem Adibellî, Gultn Kişanak. e