Taşdemîr: Ya dîktatorî ya jî demokrasî!

Wekîla HDP'ê Dîrayet Taşdemîr têkildarî hilbijartinên 14'ê Gulanê axivî û anî ziman ku hilbijartin ji bo jinan xwedî girîngiyeke krîtîk e û got, "Welat piştî vê hilbijartinê ya wê demokratîk bibe yan jî bi temamî dîktator bibe."

Parlamentera Agiriyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dîlan Dîrayet Taşdemîr têkildarî hilbijartinên 14'ê Gulanê ji ANF'ê re axivî.

Taşdemîr anî ziman ku hilbijartinên 2023'an ji bo paşeroja welêt hilbijartineke gelekî krîtîk e û got, "Tirkiye piştî vê hilbijartinê ya wê berê xwe bide demokrasiyê yan jî bi temamî bide welatek ku dîktatorî lê serwer e. Ji bo jinan hilbijartin hîn bêhtir girîng e. Desthilatdariya AKP'ê 21 salên dawî polîîkayên welê dimeşîne ku destketiyên jinan, hebûna jinê li nava qada cemaweriyê red dike. AKP desthilatdariyeke welê ye ku ji azadiya jinê ya ku di nava siyasetê de dikare biryarê bide, gelekî aciz e.

Bi nêzîkatiyên civakî û qanûnan hewl dide jinan vekişîne. Ev rejîma ku tifaqa mêr e, tifaqek dijminê jinê ye. Ji bo jin paşeroja xwe, azadiay xwe û hebûna xwe biparêzin, bi pêş ve bibin û li welatekî demokratîk bijîn, divê ev rejîm têk biçe. Jinan ji bo azadiyê berê xwe dane vê hilbijartinê. Zanin ku afirandina jiyaneke wekhev bi têkbirina vê rejîmê dibe."

Taşdemîr bal kişand ser rewşa jinan a li herêmên erdhejê û got, "Rastiyeke welê ya desthilatdariyê heye ku li gelek deveran ji wekheviya zayendî ya civakî bawer nake, li gorî vê amadekariyê nake û bi vê perspektîfê ti saziyê naxebitîne. Atmosfereke welê afirandin ku mîna li herêmên erdhejê pêwîstiyên jinan ne girîng e. Me piştî erdhejê dît ku berpirsyariya krîz û afetê hemû li ser milê jinan hate hiştin. Jinên ku malbat an jî xizmên xwe ji dest dan, ji bo karibin xwe li jiyanê bigirin li binê konan an jî gelek karên berpirsyariya dewletê ne, bi xwe bi cih anîn. Ji şuştina kincan heta bi çêkirina xwarinê, ji xwedîkirina zarokan heta bi eleqedariya bi psîkolojiya malbatê re, heta bi parastina têkiliyên civakî, dewletê hemû kar li ser milê jinê hişt. Afeta li herêmên erdhejê veguherî krîzekê. Fatûreya herî giran a vê desthilatdariyê jî li jinan hate birîn."