TÛAD: Fikara me ya li ser Îmraliyê zêde dibe

TÛAD’ê diyar kir ku di pêvajoya koronavîrusê de astengkirina hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fikarên wan zêde dike.

Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan a Marmarayê (TAÛD) îro derbarê qanûna înfazê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de qala şertên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Kanar û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Ji ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Kanar û Veysî Aktaş ên li Îmraliyê, hikumetê korona ji xwe re kiriye firsend û pê li nirxên mirovî, exlaqî û hiqûqî dike. Astengkirina hevdîtinên bi malbatan re fikarên me zêde dike.

Vê qanûna înfazê ya AKP û MHP’ê li ser navê mirovayetiyê rûreşî ye.”