TŞYG: Hevrê Ulaş nemir e
Fermandariya Hevpar a TŞYG’ê, diyar kir ku ji ber windahiya Ulaş Bayraktaroglu, Fermandarê BOG’ê a ew xemgîn in.
Fermandariya Hevpar a TŞYG’ê, diyar kir ku ji ber windahiya Ulaş Bayraktaroglu, Fermandarê BOG’ê a ew xemgîn in.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Em êşa hevrêyên DKP’ê par ve dikin, di serî de malbata wî, em sersaxiyê didine hemû hevrêyên wî yên têkoşînê.’’
Peyama Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan-TŞYG’ê wiha ye:
Hevrê Ulaş neferekî bibiryar ê Tevgera Şoreşa Yekbûyî bû û fermandarekî pêşeng bû. Di eniya pêş a şerê şoreşa enternasyonal de şer kir û rêya serketinên nîşanî me da. Zarê leheng ê gelên Tirkiyê hevrê Ulaş, li hemû qadên têkoşîna şoreşê şer kiriye û bi jiyana xwe ya şoreşgerî ku heta bi Rojhilata Navîn çûye, bûye sembola hevrêtî, sosyalîzmê û jiyana fedayî gelan. Bi jiyana xwe û helwesta fermandariya şerê şoreşger bûye berbiçavbûna rojanebûna giyanê 71’an û rêya wê nîşan daye ku hevgirtina şoreşgerî, jiyana sosyalîst û serkeftina şoreşgerî pêkan e.
A ku li me dikeve ew e ku em di vê rêkê de bimeşin, em bîranîna şehîdên xwe yê ezîz tim bidin jiyîn.
Hevrê Ulaş nemir e û her demê wê di têkoşîna me de bijî.’’