TŞYG'ê şehîdên meha Gulanê bibîr anî
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan, şehîdên meha Gulanê bibîr anî û got, "Em ê li ser şopa şehîdên xwe, bi şerê şoreşgerî yê yekbûyî yê gelan bi ser bikevin."
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan, şehîdên meha Gulanê bibîr anî û got, "Em ê li ser şopa şehîdên xwe, bi şerê şoreşgerî yê yekbûyî yê gelan bi ser bikevin."
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG), bi wesîleya bîranîna Şehîdên Meha Gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya TŞYG'ê de hat gotin, "Şehîdên me bi hemû dîrokîbûna xwe Gulan bi xwîna xwe av dane, bedena xwe diyarî xakê û têkoşîna xwe jî diyarî gelên me kirin û nemirin bûn. Kadroyên ku bi hişmendiya şoreşger, biryardarî û bi milîtaniya xwe bûne rêber û mîrata ku şehîdên me hiştin, rêya me ronî dike."
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser têkoşîna şoreşgerên Tirkiyeyî û Kurdistanê û hate gotin, "Di 18’ê Gulana 1973’an de di şexsê Ibrahîm Kaypakkaya û 18’ê Gulana 1977’an di şexsê Hakî Karer de em şehîdên xwe yên ku di têkoşîna azadî, şoreş, sosyalîzm û komunîzmê de nemir bûne bi hurmet bi bir tînin, em soz didin ku bi heman biryardariyê em ê dilsozê şerê wan ê şoreşger bin.
Di Gulana 1978’an de Halîl Çavgûn, di Gulana 1983’an de Mehmet Karasungur û Ibrahîm Bilgîn, 11’ê Gulana 1922’an Ozan Mizgîn, Armenek Bakirciyan hatin qetilkirin, şeva ku 17’ê Gulanê dibû 18’ê Gulanê li zindana hevrê Amedê Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn bedena xwe dane ber êgir û nemir bûn. Divê em xeta şerê şoreşger û biryardariya zarên leheng ên Tirkiyê-Bakurê Kurdistanê ku di meha Gulanê de agirê raperînê bi bedena xwe geş kirine ji bîr nekin û ji wan hîn bibin."
TŞYG'ê bi domdarî got, "18’ê Gulanê di şerê şoreşger ê yekbûyî de bi qasî ku pêşketin e, di rizgariya gelan de biryardarî û banga li têkoşîna milîtanî ye."
Daxuyaniya TŞYG'ê wiha dewam kir:
"Şehîdên me li ser zemîna stratejiya şerê şoreşger ê yekbûyî, xeta milîtaniya şoreşger û pratîkbûnê ku ji sîstemê derbas dibe nîşan dide. Li dijî her cure zilm û mêtingeriyê bêyî ku em têkoşîna şoreşger û alaya şer a ku ji me re mîrat hiştine li erdê bihêlin, divê em firazeyeke baş nîşan didin, tenê bi vî rengî em dikarin bibin bersiv. Kaypakkaya, Karer, Kurtay û hemû hevrêyên şehîd, vê fermanê didine me. Karker û kedkarên Tirkiyê-Bakurê Kurdistanê, gelê me yê netewe, milet û baweriyên cuda yên çewisandî vê fermanê didine me. Bi sedan karkerên hejar ên ku beriya bi 3 salan li Somayê mirin vê fermanê didine me. Kedkarên ku roja wan, siberoja her wan her roja ku diçe bêhtir tê xwestin ku were tarîkirin, neteweya Kurd û gelên me yên ji miletên ku têne çewisandin ku bi înkar, komkujî, asîmîlasyon û zextên faşîst têne dorpêçkirin vê fermanê didine me.
Em di xweşiktirîn meha biharê Gulanê de xwe bi soriya wê ya berxwedêr bi xemilînin, bi seferberiya pêngava şoreşger li her qadê şerê xwe yên şoreşger ê yekbûyî ku têra xwe rewa ye, demokratîk û mafdar e nûjen bikin û bi pêş ve biçin. Li djî êrîşa giştî, polîtîkayên tasfiye û tinekirinê yê sîstema serweriya Tirk a faşîst, zêdetir şerê xwe yê şoreşger ê yekbûyî jiyanî bikin. Li dijî faşîzmê di serî de karker û kedar, jin, ciwan û hemû gelê me bi giştî rabin ser piya û di şerê şoreşger ê yekbûyî de em cihê xwe bistînin.
Roj û siberoj dema ku mirov li girseyên gel ên rastîn ku dîrokê diafirînin û kevirên hîmî yên wan, dema ku mirov li bîranîna şehîdan xwedî derdikeve tê bidestxistin. Em bi dilsozbûna îdealên şehîdên xwe, em şerê şoreşger ê yekbûyî kûr bikin, ber bi civaka demokratîk û azadîxwaz ve biçin.
Di rêgaza îdeolojîk, polîtîk, rêxistinî û leşkerî de ku şehîdên me nîşan dane, bi dilsozbûna bi wan re û di ber gel de şerê xwe yê şoreşger ê yekbûyî li her qadê berbelav bikin. Em soriya berxwedêr a Gulanê ku qet nayê radestgirtin li xwe bikin, li dijî geşedanên demê li hemû qadan em şerê xwe yê şoreşger bi pêş ve bibin."