SZK’ê li 419 şagirtan bawername belav kirin
SZK’ê li 419 şagirtan bawername belav kirin
SZK’ê li 419 şagirtan bawername belav kirin
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) di çarçoveya xebatên perwerdeya zimanê kurdî de li bajarên Kobanê û Efrînê li 419 şagirtan bawername belav kirin. Li bajarê Qamişlo jî ji bo 265 şagirtan ezmûn hate çêkirin.
SZK’ê di çarçoveya xebatên ziman de li bajarê Qamişlo ji bo 265 xwendekarên ku li taxên Qenatsiwês û Xerbî tevlî dewreya ziman bibûn, ezmûn lidar xist. 140 xwenekdarên asta yekem û 125 xwendekarên asta 2. ku 2 mehan hatin perwerdekirin tevlî ezmûnan bûn.
Li Efrînê jî ji bo şagirtinên asta yek û diduyan bawername hatin belavkirin. Bi munasebeta belavkirina bawernameyan li navenda SZK’ê merasîm hate lidarxistin. Di merasîmê de piştî axaftinan bawername li 394 şagirtên ku di perwerdeya 2 mehan de serkeftî bûn hatin belavkirin.
Li gundê Şeran ê Kobanê jî Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bawername li 25 xwendekaran belav kirin. Merasîma belavkirina bawernameyan li Navena Çand û Hunerê ya gund hate lidarxistin. Di merasîmê de Endamê Rêveber ê SZK’ê Muslum Nebû bal kişand ser xebatên fêrbûna zimanê kurdî û bandora wê ya di vê dema hesas de.