Swîsre ji bo ji Erdogan xilas bibe yasayê diguherîne

Tirkiye bi îdîaya ''Erdogan kêm kiriye'' li Swîsreyê xwest ku gelek kes werin darizandin. Wezareta Dadê ya Swîsreyê çare di guherîna wê yasayê de dît ku kêmkirina serokdewletan sûc qebûl dike.

Diyar bû ku van salên dawî li Swîsreyê  yek ji wan karên herî zêde ku saziyên darazê dikin ew e ku ji daxwaza alîkariya hiqûqî ya hikûmeta Tirk re bibin bersiv. Hate diyarkirin ji bo darizandina Kurdistanî û Tirkiyeyîyan ku li Swîsre dijîn û rexneyê li rejîma Edogan dikin, hikûmeta Tirk gelek caran helkeftî ye.

Radyo û Televizyona Swîsreyê (SRF) ragihand ji ber paverkirinên medyaya civakî bi hinceta ku propagandaya PKK'ê kirine an jî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp 'kêm kirine'' ji 2016'an û vir ve bi daxwaza ku werin darizandin derheqê 30 kesî hikûmeta Tirk serî li rêveberiya Bernê daye.

SRF'ê nûçeya bi jêderka Wezareta Dadê ya Swîsreyê bi sernava, ''destê dirêj ê Erdogan ê li Swîsreyê'' da. Di nûçeyê de hate gotin gelek daxwazên darizandinê yên Tirkiyê ji hêla hikûmeta Bernê ve nehatine qebûlkirin. Di sedemên redkirinê de tê destnîşankirin ku PKK li Swîsreyê ne rêxistineke qedexekirî ye û got ji bo guherandina yasaya ku ''kêmkirina serokdewletan û hikûmetan'' sûc dibîne pê li bişkokê hatiye kirin.

Ji bo yasaya navborî biguhere Komîsyona Wezareta Dadê xebat dane destpêkirin û li ser tê sakinandin, ji bo pêşî li giliyên rejîma Recep Tayyîp were xala destûrê ku 'kêmkirina serokdewletan û hikİûmetan' sûc dibîne rakin. 

Beriya niha jî hin welatên Ewropayê ku Elmanya serkêşiya wan dikir ji bo ku AKP beriya hilbijartinê nikaribe mîtîngan bike yasayek derxistibûn ku pê haten astengkirin ku AKP beriya hilbijartinê bikaribe mîtîngan bike.