Swêdê pêşniyar li Tirkiyeyê kir ku diyalogê bi PYD'ê re deyne
Swêdê pêşniyar li Tirkiyeyê kir ku diyalogê bi PYD'ê re deyne
Swêdê pêşniyar li Tirkiyeyê kir ku diyalogê bi PYD'ê re deyne
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom di bersiva ji bo daxwaza parlamenta Partiya Çep a Swêdê Amineh Kakabeveh de, li civîna Wezîrên Karên Derve yên Ewropayê de bang li Tirkiyeyê kir ku sînorên xwe li Kobanê veke.
Wallstrom diyar kir ku Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyeyê Steffan de Mistûra jî, ji bo ji şervanên Kurd ên dildar ên ji bo pêşîgirtina li qirkirinek li Kobanê bigirin têdikoş in bê alîkarî bê dayîn, ji Tirkiyeyê xwestiye sînorên xwe veke. Wallstrom diyar kir ku biryara Tirkiyeyê ya vekirina sînorên xwe gaveke rast e.
Wallstrom da zanîn ku ew girîngiyê didin helwesta Tirkiyeyê ya qebûlkirina nêzî 1 mîlyon penaberên Sûriyeyê û destnîşan kir ku çareseriya mayînde ya pirsgirêka li Sûriyeyê bi pêvajoyên polîtîk dibe.
Wallstrom ragihand ku Tirkiye yek ji aktorên girîng ê herêmê ye û anî ziman ku gelek sedem hene ku Tirkiye di çareseriya pirsgirêka li Sûriyeyê de berjewendî û mafên Kurdan li ber çavan bigire. Wallstrom got, "Li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê ye ku bi rayedarên Kurdan re diyalogek pêbawer bê danîn. Di heman demê de, ji bo çareseriyeke aştiyane ya pevçûnên li Sûriyeyê, berpirsyariyên mezin dikevin ser milê komên Kurd."
Wallstrom da xuyakirin ku eger pêvajoya aştiyê ya navbera PKK û Tirkiyeyê bi pêş ve biçe, tevlîheviya li herêmê bêtir belav nebe, ji bo vê jî divê her du alî li hemberî şîdetê helwestê nîşan bidin û destûrê bidin ku nêrînên aştiyane bên aşkerakirin.
ÇALAKIYÊN ŞERMEZARKIRINA DAIŞ'Ê DEWAM DIKIN
Di vê navberê de, li paytext Stockholmê, ciwanên Kurd bi armanca şermezarkirina çeteyên DAIŞ'ê û piştevaniya gelê Kobanê duh êvarê jî xwepêşandanek lidar xistin.
Ciwanên li Meydana Segelê hatin cem hev, bi dirûşmên li dijî DAIŞ û Tirkiyeyê meşiyan.
Ciwanên ku bi kefen û meşaleyan li kolanên herî qelebalix ên Stockholmê meşiyan, der heqê rewş û bûyerên li Kobanê de bi belavkirina belavokan raya giştî ya Swêdê agahdar kirin.
Yek ji amadekarên xwepêşandanê Evîn Amîn ji ANF'ê re ragihandin ku diyar kir ku ew ê li êrîşên çeteyan ên li hemberî Kobanê temaşe nekin, lewma wan bi komek hevalên xwe re biryara xwepêşandanê girtine.
Amîn Tirkiye sûcdar kir ku hewl dide sîstema li Rojava ji holê rake û got, "Di encama zextan de neçar ma korîdorê veke. Lê em naxwazin li wir leşkerên Tirk bibînin. Gelê me xwedî wê hêzê ye ku karibe xwe biparêze."