Svt: Jinên DAÎŞ’î yên Swêdê wê li Rojava bên darezandin

Televîzyona Dewletê ya Swêd (Svt) ragihand ku wê di meha Çile û Sibatê ya sala bê de jinên DAÎŞ’î yên Swêdî yên li kampên Rojava tên ragirtin, bên darezandin.

Li gorî nûçeya televîzyona Svt parve kir, heyetek ji wezareta karê derve di hefteyên dawî de serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye, li ser rewşa jinên DAÎŞ’î yên li kampan tên ragirtin bi rêveberiya Kurd re civiyane.

Nûnerê Swêd ê PYD’ê Şiya Alî yê di nava heyetê de cih digire, diyar kir ku pêvajoya hiqûqî ya li hember jinan daye destpêkirin û got: “Di meha havînê de hê zêdetir ji nêz ve li rewşa her kesî hate meyzekirin. Di meha Çile û Sibatê ya 2021’ê de raste ku wê dozên derbarê jinan de bê destpêkirin.”

Yek ji armancên heyeta Swêdê ew e ku wê çi bi zarokên DAÎŞ’î yên Swêdî bikin. Şiyar Alî anî ziman ku piraniya zarokan biçûk in, di mercên asayî de dikarin bijîn û ji bo vê jî divê navendên zarokan bên avakirin.

Di nûçeyê de her wiha hate gotin ku berî niha hêzên Kurd bang li welatên Rojavayî kiribû ku bên DAÎŞ’iyên xwe bigirin, lê hinek welatan ev banga Kurdan bi cih anî û welatiyên xwe yên DAÎŞ’î girtin.

Berdevkê Polîtîkayên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Abdulkerîm Omer ê ji Svt’ê re axivî, diyar kir ku rêveberî amade ye ku zarokan bişîne Swêdê û got: “Lê yên li vir sûc kirine wê li vir bên darezandin. Di vê mijarê de em û Swêd gihane yek biryarê.”

Her wiha di nûçeyê de jî hate gotin ku rêveberiya Kurd rojên borî biryar girt ku 25 hezar welatiyên Sûriyeyî yên li kampê digirtin, ji Kampa Holê derbixin.