Rhawî bang kir li gel Suryaniyan divê Tirk û Kurd jî biçin ser sendoqan û ji bo demokrasî, azadiyê, li dijî rejîmayek yek zilamî divê dengê na bidin.
Rhawî diyar kir piştî hewldana darbeyê ya15’ê Temûzê bi şertên rewşa awarte de demokrasî hatiye rakirin, medya, çi kesê ku ji AKP-Erdogan cuda difkirin ketine ber zextê û ya herî metirsîdar jî ew e ku dinya li pêşberî van kirinan bêdeng e.
BÊDENGÎ AKP’Ê WÊREK DIKE
Rhawî got bêdengiya heyî dike ku hikûmeta AKP’ê zêdetir zextê li ser muxalîfan bike û wiha domand: ‘’Lîderên HDP’ê û hin wekîl girtî ne. Referandûma ku di van şertan de were kirin, qebûlkirina destûreke ku derfetê dide Erdogan her daxwaza xwe pêk bîne, wê bibe sedem ku heq û azadî zêdetir werin sînordarkirin.
Rhawî diyar kir di şertên wiha de ku muxalefet tine û HDP’yî girtîne, li dijî pêkanîna referandûmê helwest xurt tine û ev jî mirov dide fikirandin û wê bike ku encamên referandûmê bibe cihê nîqaşê û wiha got: ‘’Li gel van hemû neyiniyan jî ez bawer dikim ku ji referandûmê wê dengê na derkeve. Erdogan û hikûmet ji bo ku dengê erê derkeve gelek rêbazên nîqaşbar bi kar tînin. Dibêjin ên ku ne ji me ne li dijî me ne. Li Ewropa hin dewletan ji ber ku nehiştin AKP’yî propagandayê bikin ew weke dijmin ragihandin.’’
ERDOGAN HEVKARIYA BI HÊZÊN FAŞÎST RE HILBIJART
Rhawî got ku di referandûmê de erê derkeve wê çi encam derkevin û wiha pê de çû: ‘’ Heke zêdekirina rayeyên Erdogan ji bo siberoja Tirkiyê bihatana bikaranîn dibû ku erê ji bo Tirkiyê baş bûya. Lê rayeyên niha yên di destê Erdgan de jî ji bo tiştên baş bike û nêzî Ewropa bibe têrê nake. Dibû ku cihê Tirkiyê li Ewropa û dinyayê cudatir bûya. Lê Erdogan li şûna ku xwe nêzî hêzên demokratîk bike bi hêzên rastgir, miletetparêz û faşîst re bû yek. Ev hebûna mirovên ji bawerî û nîjadên din jî ranagirin.’’
HIŞMENDIYA YEKPARÊZ LI BERJEWENDIYÊN KÊMARAN NAYÊ
Rhawî diyar kir hişmendiya AKP-Erdogan a Tirkparêz û Îslamî ya yekparêz tenê bi berjewendiyên Kurdan re na lê bi berjeweniyên kêmaran re jî di nav nakokiyê de ye û got: ‘’ Ez Suryanî me ti caran xwe weke Tirkekî nabînim. Ez li Tirkiyê ji dayik bûm, di sîstema heyî de cihê min çiye? Li gorî Erdogan ji bo ku ez bême qebûlkirin divê xwe weke Tirk bi nav bikim. Ez ti caran vê qebûl nakim.’’
DÊRÊN ME KIRIN MIZGEFT, KOX Û GARAJ
Diyar kir ku di vê referandûmê de rê derkeve wê rewşa Asûrî, Suryanî û hemû kêmaran nebaş bike û got: ‘’Bînahiyê dîrokî û dêrên me kirine mizgeft, kox û tiwalet. Piraniyê gelê li Tirkiyê dijî misilman e. Hin ji van ji ber zextê bûne misilman. Ev tê fêhmkirin. Lê em xiristiyan in. Em dixwazin hurmetê ji bo dînê me, dîroka me û dêrên me nîşan bidin. Lê me ti nêzîkatiyeke rast a Erdogan nedîtiye.’’
Got, dewleta Tirk meaş dide melayên ku dişîne mizgeftan, lê tiştekî nade keşeyan û alimê Xiristiyan dema ku fikra xwe dibêje zext li ser tê kirin.
JI ME RE DIBÊJIN XAYIN
Rhawî diyar kir ku di dema hikûmeta AKP’ê de dest li ser hin dêr û araziyên Asûrî-Sûryaniyan hatiye danîn û got, ‘’ Heke zêdetir raye bidin Erdogan wê çi bike? Wê baştir bibe? Biya min wê xirabtir bibe. Hê jî ji me re xayin dibêjin û dixwazin me ji xaka me ku ev bi hezaran sal in lê dijîn, me qut bikin’’ û wiha nêzîkatiya AKP’ê ya li qirkirina 1915’an rexne kir:
‘’Pêşî bila gotinên ku Asûrî û Sûryaniyan weke xayin dibînin ji pirtûkan rakin. Çima qirkirina 1915’an hê jî înkar dikin. Ocalan qebûl kir çima Erdogan qebûl nake. Heke ev neyê kirin em ê nikaribin êşê û kêfê par ve bikin. Em ê nikaribin bi hev re bijîn. Xeta Erdogan dibe asteng ku em nêzî Tirkan bibin.’’
ZEXTA LI SER ASÛRÎ-SURYANIYAN ZÊDE BÛ
Rhawî diyar kir zexta li ser Asûrî-Sûryaniyan zêde bûye û got, ‘’Li Hezexê tenê malbateke Sûryanî heye. Ji ber ku slav da HDP’yiyan polîs û leşkeran bi ser mala wî de girt. Gelê me xwe ewle nabîne. Zext li ser wan heye û gefê li wan dixwin.’’
Rhawî diyar kir ku ji ber sedema zext û êrîş ali ser Asûrî-Sûryaniyan Tirkiye terk kriine û tenê 30 hezar Sûryanî mane û got, ‘’ Bi zanebûn şertên me xirab dikin, zextan dikin da ku em dev ji xaka xwe berdin. Ev mirov diêşîne.’’
DIVÊ HER KES WÊREKIYA KU BIBÊJE NA NÎŞAN BIDE
Rhawî diyar kir ku di referandûmê na derkeve wê ji bo demokratîkbûna welêt baş bibe, wê bike ji bo ku Tirkiye bi pêş bikeve hin gav werin avêtin û her wiha bibe zemîna ku azadî bi pêş bikeve. Wiha bang kir:
‘’Encama na ji bo me Sûryaniyan pir girîng e. Her wiha ji bo Kurd û Tirkan jî girîng e. Ji bo vê jî divê her kes biwêribe bibêje na. Divê di referandûmê de em nîşan bidin ku em van zextan nas nakin. Heke rayeyê bidin yek kesî wê zext zêdetir bibin. Ji bo vê jî em ê biçin ser sendoqê, ji bo demokrasî, azadiyê, li dijî rejîma yek zilamî em ê bibêjin na.’’