Sûriyeyî li ber deriyê seferatxaneya Swêdê di rêzêde ne

Sûriyeyî li ber deriyê seferatxaneya Swêdê di rêzêde ne

Hefteya derbasbuyî piştî ku di çapemeniyê de hat diyar kirin ku Şaxa penaberan a Swêd gotiye welatê Swêdê dê destûra runiştinê bide Gelê Suriyê, Li Enqere,Qahîre û Ammanê bi hezaran hemwelatiyên Suriyeyê li ber derê seferatxaneya Swêdê ji bo biçin Swêdê ketine rêzê. Li Enqereyê ji ber sedama zêde serlêdanê, ji wezareta karên derve ya Swêdê personel hat xwestin.

Şefê ragihandinê yê wezareta karên derve ya Swêdê Charlotta Ozaki Macias, bi daxuyaniyek ya çapemeniyê aşkere kir ku, “Ev biryara ku şaxa penaberan a Swêdê girtiye xelet hatiye fêmkirin, ji bo wê jî li gelek welatên ku seferatxaneya me lê hene ji ber serlêdana zêde ya Sûriyeyiyan pirsgirêk tên jiyin.”

Her wiha Macias got; “Ev biryara hati girtin tenê ji bo kesên li welatê Swêdê jiyan dikin digre nava xwe,ev biryar di medyayê de xelet hatiye ragihandin.  Ji  bo wê li gelek welatan hemwelatiyên Sûriyê serlêdan ji bo seferatxanehya me kirine. Wekî tê zanîn gelê Sûriyê hêj bi rêyên îlegal û qeçaxî têne Swêdê û serlêdan ji bo runiştinê dikin.”

Şefê şaxa penaberan ya Swêdê Patrik Peter ji li ser buyerê diyar kir ku, wan ji destpêka girtina vê biryarê ve di malpera fermî ya saziyê de li ser buyerê zanyariyên rast û vekirî bilêv kirine. Lê belê di çapemeniyê de ev biryar xelet hatiye ragihandin û buye sedem ev pirsgirêk jiyan bikin.

Her wiha da diyar kirin ku, heya niha li Sûriyê şerê navxweyî heye û ji bo çareserkirina pirsgirêkê tu hêvi nîne,ji bo wê emê destura runiştinê bidin kesên hatine li Swêdê û dikarin malbatên xwe jî bînin li gel xwe.