Sûriye xwe amade dike banga agirbestê bike

Sûriye xwe amade dike banga agirbestê bike

Alîkarê Serokwezîrê Sûriyeyê Kadrî Cemîl ragihand ku şerê navxweyî yê li welatê wî, derbasî qonaxekê bûye ku ti alî nikare bi awayekî serketî jê derkeve û diyar kir, ku  reveberiya Şamê wê li Cenevre bangewaziya agirbestê bike. Wezîrê karên derve yê DYE’ê John Kerry jî bang li NY kir ku di mijara çekên kîmyewî yên Sûriyeyê de bikeve nava tevgerê.

 Alîkarê Serokwezîrê Sûriyeyê Kadrî Cemil anî ziman ku şerê navxweyî yê li welatê wî êdî xetimiye ku ti alî bi ser nakevin. Cemîl ji rojnameya Îngilîz The Gûardîan re axivî got: “Ne muxalefeta bi çek, ne jî aliyê rejîmê hêza wan a bi çekan hevdu têk bibin, heye. Ev hevsengiya hêzê wê heya demek din jî neyê guhertin.”

Cemîl da xuyakirin ku ew li ser navê hikûmetê diaxive û diyar kir ku eger hevdîtinên aştiyê yên Cenevreyê ku demeke dirêje tê taloqkirin ji nû ve bikeve rojevê, ewê pêşniyar bikin ku di bin kontrola leşkerên welatekî bêalî yan jî dost de, agirbestê were kirin.

Cemîl diyar kir, ku bi vî rengî ewê pêşî li pêvajoya çareseriyeke siyasî ya aştiyane ya bêyî destwerdanek ji derve vebe û wiha got: “Li ku temaşe bikî temaşe bike êdî rewşa rejîmê ya berê bi dawî bû. Ji bo em reformên xwe yê pêşketinê berfireh bikin, divê welatên Rojava û hemû hêzên dest li Sûriyê werdidin, ji ser pişta me dakevin.”

WEZÎRÊ DYE KERRY: PÊWISTE NY BIKEVE TEVGERÊ

Di vê navberê de Wezîrê Karên Derve yê DYE’ê John Kerry îdîa kir ku di rapora Neteweyên Yekbûyî ya di 21’ê Tebaxê de "bi awayekî pir aşkera" berpirsyariya hêzên rejîmê ya di bûyera bikaranîna çekên kîmyewî de derketiye pêş.

Kerry bang li Konseya Ewlekariyê kir, ku wê di hefteya pêş de dest bi civînên xwe yên salane bike, di mijara Sûriyê de bikeve nava tevgerê.
 
Kerry got ku: “Niha demê ezmûnê ye. Pêwiste Konseya Ewlewkariyê  hefteya bê xwe amade biki ji bo tevgerê.” Kerry her wiha diyar kir ku tinekirina çekên kîmyewî yên Sûriyê bi rêya aştiyane gengaze, lê belê pêwiste NY di çerçeveya biryara Cenevre de tevbigere.

Li gorî pisporan ezmûna herî mezin dê di roja Şemiyê de bê dayîn ku heta hingî divê Sûriye lîsteya stoka çekên kîmyewî pêşkêş bike. 

Lîderê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn beriya niha dabû xuyakirin ku di çarçoveya peyamana li gel DYE re ew bawer e ku çekên kîmyewî yên Sûriyê bên tinekirin, lê ji sedî sed ji vê ne bawer e.