Sûriye: Welatê Rojava piştgiriyê didin El Nusra

Sûriye: Welatê Rojava piştgiriyê didin El Nusra

Rêveberiya Şamê diyar kir ku DYA, Fransa û Îngîlîstan îradeya xwe li gelê Sûriyeyê ferz dikin û piştgiriyê didin Eniya el Nusra ya girêdayê El Qaîdeyê.

Serokatiya wezareta Karê Derve ya Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî da û da zanîn ku DYA, Fransa û Îngilistan îradeya xwe li gelê Sûriyeyê ferz dikin û hedefa xwe ya rastîn jî derketiye holê. Wezaretê da ev welat sûcdariya ku piştgiriyê didin Elniya El Nusra ya girêdayê El Qaîdeyê sûcdar kirin. Ev berteka Sûriyeyê piştî ku wlatên Rojava piştgiriya xwe ya muxalefeta Sûriyeyê zêde kir pêk hat.

Alîkatiyên ku tên diyar kirin ji bo muxalefeta Sûriyeyê hatiye kirin heta niha bi awayekî zelal nehat meşandin. Çek ji kîjan koman re çûye, çawa kontrola wan tê kirin nayê zanîn. Di hefteyên borî de di nûçeyeke di Reutersê de hat weşandin de  hat gotin ku 400 ton çek li ser Tirkiyeyê ji bo van koman hatiye şandin. Komên bi bandor yên li Sûriyeyê jî têkiliya wan ya bi El Qaîdeyê re tê zanîn. Her wiha hêzên li sînorên tirkiyeyê bi bandorin jî dîsa girêdayê El Qaîdeyê ne. Li Tel Abyad û Tîl Xelef  El Qaîdeyê cînarên Tirkiyeyê ne di nava sînorên Tirkiyeyê de di nava tevgerê de ne û sewqiyata çekan dikin. Di dawiya hefteyê de gelek muhîmat û dotp ji ser Tirkiyeyê derbas kirin û li Serêkaniyê jî bi dehan El Qaîdeyî derbasî sînorê Tirkiyeyê bûn. Ji bo ev kom rehet derbas bibin telên sînor hatin rakirin.

Wezîrê Karê Deve yê DYA’yê Joh Kerry roja duşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku Esad ji bo Sûriyeyê bi rêve bibe hemû meşruiyeta xwe wenda kiriye û  got welatên Rojava ji bo ku Sûriye ji vê kaosê derkeve her tiştî dikin.

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Laurent Fabîus jî da zanîn ku hefteya pêş li New Yorkê li dora Koalîsyona Netewî a Sûriyeyê dê vibîneke mezin organîze bikin.

Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê jî got: “Esad serokwezîrê rewa yê ku gel hilbijartiye. Daxwaza gel jî dê wisa bimîne.”