Sultan Ugraş: Weke DAIŞ’ê ji bo ku serê min jêbike hatibû
Sultan Ugraş a 66 salî ku li Brûkselê li Balyozxaneya Tirk êrîş birin ser wê, got, ‘’Ê ku bi kêrê êrîş bi ser me de anî bi şêwaza DAIŞ’ê êrîş anî’.’
Sultan Ugraş a 66 salî ku li Brûkselê li Balyozxaneya Tirk êrîş birin ser wê, got, ‘’Ê ku bi kêrê êrîş bi ser me de anî bi şêwaza DAIŞ’ê êrîş anî’.’
Tedawiya Sultan Ugraş ku li paytexta Belçîka Brûkselê, li ber Balyozxaneya Tirk ji hêla zilamê R.T.Erdogan Mehmet Gargili û 2 kesên din ve bi kêrê hatî birîndarkirin didome. Sultan Ugraş ku ji qirik û binçenga xwe ve birîndar bûyî li nexweşxaneya ku lê tê tedawîkirin têkildarî êrîşê ji ANF’ê re axivî.
‘ARMANCA WAN ÊRÎŞ BÛ’
Ugraş êrîş ali ber Balyozxaneya Tirk wiha got: ‘’Li wir em û çend heval em diaxivîn. 3 kesên ku alaya di dest wan de li me dinerîn. Me jî ji bo ku provkasyona çênebe xwe hinekî bi paş xist. Ev hatin li ser dîrekên pûsûlayên ‘na’ pûsûlayên ‘erê’ pê ve kirin. Min jî got biçin bi devereke dî ve bikin û van êrîş anîn. Armanc provakasyon bû û erîş bû. Di destê wan de kêr hebû. Êrîş bi ser hevalê me de anîn. Yekî ji wan ê ciwan ala di destê wî de bû, ez tenê dîtim. Êrîş bi ser min de anî. Li ser piyê min sekinî û li min xist. Li ser hev li min xist di nav xwînê de mam. Min nizanîbû çi bikim. Li ser min sekinîbû û li min dixist. Weke DAIŞ’ê hatibû serê min jêbike. Tam bi qirika min ve zeliqîbû, li bin çengê min xist. Ez di nav xwînê de mam. Xwîn weke avê diherikî.’’
Piştî ku ambûlans hat Ugraş rakirin nexweşxaneyê. Ugraş got, ‘’ez hatim nexweşxaneyê, heftiyekê ez ê li vir bim.’’
‘NA, NA, NA’
Ugraş diyar kir ku ev êrîş wê bi kêrî tiştekî neyên û got: ‘’Bila faşîst ji xwe şerm bikin. Hêza wan wê bi min nikaribe. Em tim li ser piyan in û em ê têbikoşin. Ez bi jinbûn û dêbûna xwe ji wan natirsim. Em ê bi ser bikevin, em ê di rêya nirx, şehîdên xwe de di rêya Rêber Apo de bimeşin. Demokrasî wê bi ser bikeve. Em li dijî hişmendiya faşîst bibin yek. Ez hemû hevalan slav dikim û bi hevrêtiyê wan hembêz dikim. Hemûyan maç dikim dîsa. NA, NA, NA’’ û banga têkoşînê kir.