Sosyalîstên DYE'yî piştgirî dan HDP'ê
Ji tevgerên sereke yên sosyalîst ên DYE'yê Democratic Socialists of America (DSA) bi daxuyaniyekê ragihand ku ew piştgiriyê didin HDP'ê.
Ji tevgerên sereke yên sosyalîst ên DYE'yê Democratic Socialists of America (DSA) bi daxuyaniyekê ragihand ku ew piştgiriyê didin HDP'ê.
Di daxuyaniya Komîteya Navneteweyî (IC) a DSA'yê de, zextên desthilatdariya nijadperest a AKP-MHP'ê ya li ser HDP'ê bi tundî hate mehkûmkirin.
Di daxuyaniyê de doza girtinaHDP'ê û betalkirina wekîltiya Omer Farûk Gergerlîoglû û parlamenterên HDP'ê hate bibîrxistin û hate ragihandin ku zextên tên kirin nû nînin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, piraniya hevşaredarên hilbijartî yên HDP'î ji wezîfeyê hatine girtin, li şûna wan qeyûm hatiye danîn û hate destnîşankirin ku ev yek nêzîkatiyeke henekpêkirin û antî demokratîk e.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew piştgiriyê didin hêzên demokratîk û sosyalîst ên li ber faşîzma AKP-MHP'ê radibin. DSA'yê bang li zêdeyî 85 hezar endamên xwe kir ku bala wan li ser HDP'ê bin û di vî warî de bixebitin.