Sosyal demokratên Qibrisî piştgirî dan HDP'ê

Alîkara Serokê Tevgera Demokrasiya Civakî ya Qibrisê Marîa Vasîlîadoû li ser betalkirina wekîltiya parlamenterên HDP'ê daxuyanî da û piştgirî da wekîlên HDP'ê.

Bi navê Tevgera Demokrasiya Civakî ya Qibrisê (EDEK) Alîkara Serok Marîa Vasîlîadoû, diyar kir ku zextên li ser HDP'ê nayên qebûlkirin.

Vasîlîadoû ragihand ku ji ber zextên li ser HDP'ê û hêzên demokratîk ên li Tirkiyeyê ew xemgîn e û destnîşan kir ku di demekê de ku mafên mirovan û azadiya fikir û ramanê hatiye jêbirin, ew piştgiriyê didin her beşên zext li wan tên kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di demekê de ku rewş nediyar e, bi navê Demokratên Civakî yên Qibrisê (EDEK) em piştgiriya hevrêyên xwe yên li Tirkiyeyê dikin."

Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku demokrasî, hurmeta li mafên mirovan û dewleta hiqûqê divê bibe karê pêşî yê civakan.