Solmazê hatî qetilkirin li ser gora xwe hate bîranîn

Serokê Şaredariya Êlihê yê hatî qetilkirin Edîp Solmaz li ser gora xwe hat bîranîn.

Şaredarê Êlİhê Edîp Solmaz ê dema li ser erka xwe bû hat qetilkirin, li ser gora xwe hat bibîranîn.

Şaredarê Êlihê Edîp Solmaz ku di 12’ê Mijdara 1979’an de bi cînayeteke “kiryarê wê nediyar” hat qetilkirin, li ser gora xwe ya li Goristana Çamlica hat bîranîn. Parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz ku qeyûm şûna wê hat tayînkirin, malbata Solmaz, endam û rêveberên MEBYA-DER’ê û aktivîstên TJA’yê beşdarî bîranînê bûn.

Bîranîna ku wêneyên Solmaz hat hilgirtin bi rêzgirtinê destpêkir. Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca, diyarkir ku di salvegera 42’yemîn a salvegera qetilkirina Solmaz de wî bi rêzdarî bi bîr tînin û da zanîn ku Solmaz di 28 rojan de ji bo şaredariyan pratîkeke ku bibe mînak birêve bir.

Ûca qala têkoşîna Solmaz kir û wiha axivî: “Di ser qetilkirina Solmaz ê ku nirxê vî gelî parast re 42 sal derbas bûn, lê hişmendî hê jî bi heman rengî ye. Yên wê rojê qetil kirin, niha qeyûm xistine meriyetê. Hişmendiya dewletê ya bêbawerî her tim derdikeve pêş kurdan. Solmaz kesayetekî pêşeng e ku ji bo gelê bajêr xwe bi rê ve bibe. Felsefeya Solmaz a wê rojê ya ji bo şaredariyê, piştî sed salan jî wê bidome. Biryardariya wî ya têkoşînê wê dewam bike.”

 Piştî axaftinan qurnefîl danîn ser gora Solmaz.