Skandala Haberturkê kete rojeva Meclîsê

Wekîla HDP’ê Huda Kaya got, ‘’Efrînî dibêjin, ‘OSO diz in, terorîst in’ lê Haberturk vê dike ‘YPG’’ li dijî vê helwesta nîşan da û got, ‘’hêza li ser derewan ne hêz e, bi derewan mirov nabe desthilat.’’

Habertutk TV gotina Efrîniyan ‘’OSO terorîst e’ kire ‘YPG terorîst e’, li ser vê Wekîla Stenbolê ya HDP’ê Huda Kaya ev mijar bire meclîsê.

Kaya bal kişande ser videoya Haberturkê ya derbarê mijarê, ku zêde tê par vekirin û got, ‘’Di vê vîdeoyê de gotinên welatiyekî sivîl bi tamemî têne berovajîkirin’’

‘BI DEREWAN MIROV NABE DESTHILATDAR’

Kaya got, ‘’Em tim dibêjin, hêza li ser derewê ne hêz e, desthilatdariya li ser derewan ne desthilatdar e, hêza bi derewan ne meşru ye. Va di vê vîdeoyê de me dît bê ka derew çawa tê gotin, çawa dibe polîtîkayeke pratîk.’’

Kaya got, gelê Efrînê di vîdeoyê de dibêje ew li EFrînê OSO naxwazin, OSO ne artêşa azad e, diz e, terorîstk e, kavilker e, mal û milkê gel talan dike, jinên wan direvîne û beriya bi çend rojan tecawizî 3 keçikên 15 salî kirine lê Haberturk li şûna ‘OSO’ navê YPG’ê datîne. Kaya got, divê siyaseteke bi exlaq û bi wijdan were kirin.

‘GUHERANDINA NAVÊ MIZGEFTÊ NÎŞANEYA FETIHPARÊZIYÊ YE’

Kaya bal kişande ser guherandina navê ‘Kürtler Cami’(Mizgefta Kurdan), ya li Kilîsê, ku yek ji berhema Kurdan a sedsala 17’ê ye û got, ‘’Navê mizgefta Kurdan kirine Mizgefta Tirkan’’. Kaya got, ‘’Mizgefta Kurdan ev çend sal in li wir e, guherandina navê wê ya bi bi rengê ‘’Mizgefata Tirkan’’ nîşaneya fetihparêziyê ye. Bi van kirinan hêza desthilatdariyê nabe hêz, nebe meşrû.’’