SJF: Tirkiye, di cîhanê de girtîgeha herî mezin a rojnamevanane!

Joûrnalîst a yek ji organên weşanê ya Federasyona Rojnamevanên Swîsreyê ye, îro li ser îxlalên mafê azadiyê ya sala 2016’an a li Tirkiyeyê, hêjmara rojnamevanên ku di cîhanê de jiyana xwe ji dest dane û di nava girtîgehê de ne meqaleyek weşand.

Hat diyarkirin ku piştî hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li dijî rojnamevan êrîş da destpê kirin, 120 rojnamevan niha girtîne û 180 dezgehên çapemeniyê hatine girtin û ji ber van hemûyan jî nêzî 3 hezar rojnamevan bê kar mane.

Serokê Rojnamevanên Sînor Nenas Jonathan Lûndqvîst jî diyar kir ku li ti welatên cîhanê bi awayekî ewqas sîstematîk êrîş li ser rojnamevan û çapemeniyê nehatiye kirin û wiha got: “Tirkiye di şevekê de rojnamevan û hemû muxlalefet bêdeng kir. Ji bo ji vê rizgar bibi divê hê gelek karên din bike.”

Di meqaleyê de hat bi bîr xistin ku piştî li Tirkiyeyê îxlalkirina mafê miran û girtina deh hezaran û şûn de Parlementoya Ewropa pêşniyar kir ku muzakereya endamtiya Tirkiyeyê ya bi Yekîtiya Ewropayê re bê rawestandin, nêrînên parlementerên Ewropa ya siwîsreyê di vê mijarê de jî cih girt.

Parlemtera Ewropa ya Partiya Muhafazakar Anna Marîa Corazza Bîldt ya ku di her kêliyê de piştgirî dida rejîam Erdogan, diyar kirin ku wê hêzê bidin Erdogan li dijî biryara Parlementoya Ewropayê derdiket.

TIRKIYE DI RÊZA YEKEM DE YE!

Di meqaleyê de hat diyarkirin ku di cîhanê de di rêya yekem de welatê ku herî zêde rojnamevan hatine girtin Tirkiyey, li Tirkiyeyê 120 rojnamevan di girtîgehê de ne. Li Misrê 26, li Çînê 21 û li Îranê jî 13 rojnamvan girtî ne.

Di meqaleyê de hat destnîşankirin ku di sala 2016’an de li Sûriyeyê 19, Afganîstan 10, Meksîka 9, Iraq 7 û Yemenê jî 5 rojnamevan hatine kuştin.