Siyasetmedarên Kurd: Azadiya Ocalan bi kêrî gelan tê

Siyasetmedarên Kurd destnîşan kirin, ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi kêrî hemû gelên li Tirkiyeyê tê û gotin, "Azadiya Ocalan wê were wateya ji nû ve destpêkirina pêvajoya aştiyê. Ev yek bi kêrî hemû gelan tê."

Tecrîd û zexta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku 19 sal in li Girava Îmraliyê tecrîdkirî ye, roj bi roj giran dibin. Gelê Kurd, li gelek welatên cîhanê dadikevin qadan û bi çalakiyan vê rewşê protesto dikin. Siyasetmedarên Kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê jî gotin, azadiya Ocalan wê bi kêrî her kesî bê û ji bo pêkhatina vê yekê bang kirin. Ji Parlamenta Başûrê Kurdistanê parlamenterê GORAN Şêrko Emîn, ji Hevserokê Karên Derve yê Rojava Dr. Abdulkerîm Omar, Nûnerê Partiya Komunîst a Kurdistanê Kemal Bîget û endamê Parlamenta Ermenîstanê Kinyasê Hemîd Hesenov ji ANF'ê ra axivîn û xwestin, ku Ocalan azad bibe.

'JI BO AŞTIYÊ DIVÊ BIRÊZ OCALAN AZAD BIBE'

Parlamenterê GORAN ê Parlamenta Başûrê Kurdistanê Şêrko Emîn bal kişand ser hewldanên aştiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclaan û got, "Ocalan tevî ku bi salan e li girtîgehê ye, timî ji bo aştiyê hewl da. Eger dewleta Tirk dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike, lazim e Birêz Ocalan azad bibe. Her wiha divê Hevserokên HDP'ê, parlamenter û hevşaredarên hatine girtin jî berde. Ev gav wê bi kêrî hemû gelan bê. Rêya rast jî ev e. Înkarkirina gelê Kurd, kirina operasyonan, pêkanîna zext û zordariyê rêyeke erast nîne, çareserî jî nîne. Lewma divê dewleta Tirk dest ji vê helwesta xwe berde û gavên rast biavêje. Rêya vê jî azadiya Ocalan e. Ev yek wê were wê wateyê ku di pirsgirêka Kurd de pevajoya aştiyê ji nû ve dest pê bike. Ev gav wê bi kêrî gelan bê."

'DAIŞ BI FELSEFEYA SEROKA APO HATE TÊKBIRIN'

Hevserokê Karên Derve yê Rojava Dr. Abdulkerîm Omar jî işaret bi berpirsyariya saziyên navneteweyî ya di zextên li ser Ocalan de kir. Dr. Omar destnîşan kir, ku divê ev saziyên navneteweyî zextê li AKP'ê bikin û wiha dewam kir: "Zextên li ser Abdullah Ocalan şerma saziyên mafên mirovan ên navneteweyî ye. Ji ber ku eger îro Serok Apo nebûya, Rojava jî nedibû. Destketiyên li Rojava, têkçûna DAIŞ'ê bi felsefeya Serok Apo pêk hatin. Şagirtên wî DAIŞ ji herêmê rakirin. Ev zîhniyet û nêrîn îro hê jî li Rojhilata Navîn serdest e. Ji bo bi temamî ji holê were rakirin, pêwîstî bi felsefeya Serok Apo heye. Ev yek jî bi geşkirina sîstema Konfederalîzma Demokratîk a ji maf û hemû rengan pêk tê, dibe. Ji ber vê yekê, ji bo çareserkirina pirsgirêkan, azadiya Serok Apo şert e. Banga me li hêzên navneteweyî ye; bila zextê li AKP'ê bikin û bikin ku ji nû ve bi Serok Apo re diyalog bê danîn."

'GELÊ KURD VÊ QEBÛL NAKE'

Nûnerê Partiya Komunîst a Kurdistanê Kemal Bîlget jî anî ziman, ku ya li Ocalan tê kirin êşkence ye û got, "Birêz Ocalan niha di nava zindanê de zindanîkirî ye. Ne tenê zindan, her wiha tecrîdeke giran jî li ser wî heye. Tenêhiştina mirovan, qutkirina têkiliyen wî bi cîhanê re bi tena serê xwe êşkence ye. Ya ku li Ocalan dikin, ev e. Ev hemû li pêş çavên raya giştî tên kirin. Tirkiye qanûnên xwe binpê dike. Normali malbat û parêzer divê hevdîtinê bikin. Lê belê dema mijar Kurd be, ev yek bi cih nayê anîn. Bi dîtina min, di şexsê Ocalan de Kurd tên cezakirin. Lê belê gelê Kurd vê qebûl nake û wê bersiva pêwîst bide."

'KURD 19 SAL IN LI SER PIYAN E'

Endamê Parlamenta Ermenîstanê Kinyasê Hemîd Hesenov jî bib îr xist, ku gelê Kurd 19 sal in ji bo Ocalan çalakiyan li dar dixe û got, "19 sal in Rêber Apo li Girava Îmraliyê ye. Gelê Kurd ji hingî ve li ser piyan e û çalakiyan li dar dixe. Em jî li Ermenîstanê di her serdemê de ji bo Rêbe Apo çalakiyan li dar dixin. Dewleta Tirk a faşîst niha zextê li Rêber Apo dike. Em vê yekê qebûl nakin. Em dixwazin Serok Apo azad bibe. Di serî de Rojava îro li gelek cihên cîhanê Kurd bi awayekî azad tên naskirin. Ev yek bi îdeolojiya Serok Apo çêbû. Lewma em û gelê me deyndarê Serok Apo ne."