Siyasetmedarên doza KCK'a Rihayê nehatin berdan

Siyasetmedarên doza KCK'a Rihayê nehatin berdan

9'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Rihayê ku 8 jê girtî 21 kes tên darizandin, hat dîtin. Di rûniştina dozê de kes nehat berdan.

9'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Rihayê ku 8 jê girtî 21 kes tên darizandin, li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedêhat dîtin. Di rûniştina dozê de siyasetmedarên girtî û 2 siyasetmedarên serbest jî di nav de 10 kes amade bûn. Rûniştinê bi xwendina agahiyên nasnameyê û xwendina delilan dest pê kir. Piştî xwendina delilan parastin hatin kirin. Piştî parastina kurdî heyeta dadgehê gotin bi zimanê nehat famkirin û tê texmînkirin ku bi kurdi ye derbasi qeydan kir. Parêzerên siyasetmedaran Servet Ozen, parastin kir û diyar kir ku darizandinek siyasî ye. Prz. Gulşen Ozbek jî diyar kir ku hemû xebatên BDP'ê legal û zagonî ne û tu sûc tune.m

Piştî parastina parêzeran heyetê biryar da û beyî ku kesî serbest berde, doz taloqî 14'ê çileya 2014'an kir.