'Sîstema herêma teng dê BDP'ê li herêmê heps bike'
'Sîstema herêma teng dê BDP'ê li herêmê heps bike'
'Sîstema herêma teng dê BDP'ê li herêmê heps bike'
Prof. Dr. Sancar destnîşan kir ku li gorî pêşniyarên Erdogan eger di sîstemên hilbijartinê yên herêma "tengkirî" û "teng" de benda hilbijartinê bikevin jî, dê ev yek li dijî partiyên biçûk bin. Sancar diyar kir ku sîstema teng a hilbijartinê dê 'BDP'ê li herêmê bigire.'
Prof. Dr. Sancar ragihand ku pakêt bersivê nade bendewariyan û got, "Amadekariyên girîng hatin kirin, hat gotin ku dê xwedî sererastkirinên bi asta şoreşê de be, lê me dîtin ku ev ne wiha ye."
'KÊMASIYÊN GIRÎNG HENE'
Prof. Dr. Sancar diyar kir ku di pakêtê de der heqê pirsgirêka Kurd û pêvajoya aştiyê de kêmasiyên girîng hene û ev kêmasî jî wiha rêz kir:
"Di Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) û Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) de guhertin dihatin payîn. Ev jî dê ji bo girtiyên KCK'ê gavek bûye. Lê nebû. Ev yek jî rastî rexneya mafdar a aliyê Kurd hat. Eger ev di pakêtê de cih bigirta, dê ji bo pêvajoyê girîng bûya.
Di mijara rêveberiyên herêmî de guhertinek nîne. Herçend ne sererastkirineke berfireh bûya jî, dikarîbû bihata ragihandin ku dê îhtiraza li Şerta Xweseriyê ya Rêveberiyên Herêmî bê rakirin. Ji vî alî ve jî bendewariyek hebû.
Der barê saziyên hesabpirsîna ji paşerojê de pêşniyarek hebû, sozek dihat hêvîkirin. Ji bo ronîkirina tawanên dema şerê qirêj de, pêşniyarek mîna Komîsyona Heqîqet û Edaletê, dikarîbû bihata peşniyarkirin. Di vê der barê de tiştek nebû."
Prof. Dr. Mîthat Sancar da xuyakirin ku di pakêtê de di mijara demokratîkbûyînê de jî kêmasiyên girîng hene û got, "Bi taybetî, daxwazên Elewiyan cih negirtin. Hikûmetê diyar kir ku ewê vê yekê weke pakêteke cuda sererast bike. Bi heman rengî, daxwazên mirovên ne misliman jî di pakêtê de nebûn."
'RÊBAZ Û USLÛP BI PIRSGIRÊK IN'
Prof. Dr. Sancar ragihand uk hikûmet û Serokwezîr Erdogan di rêbaz û uslûbê de xwedî pirsgirêk in û got, "Rêbaza Serokwezîr, rêbaza AKP'ê bi awayê; 'Bi qasî ez bixwazim, dema min xwest, di şertên li gorî dilê xwe de ezê gavan biavêjim' e. Ev yek, bi taybetî di pêvajoya aştî û çareseriyê de ne rêbazeke rast e. Her wiha pakêteke ji bo "demokratîkbûyînê" dema bi zimanekî antîdemokratîk were aşkerakirin, dê ev yek pirsgirêkan biafirîne."
'HIN SERERASTKIRINÊN NE GIRÎNG NEYÊN DÎTIN JÎ HENE'
Prof. Dr. Mîthat Sancar da xuyakirin ku di pakêtê de hin guhertin, pêşniyar û sozên ku ne girîng neyên dîtin jî hene.
Sancar ji bo sererastkirina der barê perwerdeya bi zimanê dayikê de wiha peyivî: "Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê, bêguman mîna di pakêtê de tê gotin nîne. Lê ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê li dibistanên dewletê bê dayîn, pêwistî bi guhertina destûra bingehîn heye. AKP'ê dikarîbû der barê guhertina destûra bingehîn de işaretek bidabûya. Neda. Di şûna vê de rêbaza bi merhele ya heta roja îro şopandiye, hilbijart. Ez sererastkirina perwerdeya bi zimanê dayikê ya di pakêtê de cih girt, weke pêş gava ku ji niha û pê ve dê perwerdeya bi zimanê dayikê ya li dibistanên dewletê hîn bêtir têkeve rojevê, dinirxînim. Lewma ev gav gelekî bênirx û nê girîng nîne. Lê bêguman bersivê nade daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê."
Prof. Dr. Sancar bibîr xist ku gelek guhertinên di pakêtê de hatin ziman, ji xwe di meriyetê de ne û got, "Mirov nikarin bêjin ku gavên bi van re bên avêtin, dê guherîneke mezin pêk bîne. Gaveke derengmayî ye. Eger beriya pênc mehan bihata aşkerakirin, dê pakêteke hîn bi bandor bûya. Îro hat aşkerakirin, hîn kêmtir bi bandor e."
'BERNAME NÎNE'
Prof. Dr. Mîthat Sancar diyar kir ku der barê guhertinên li pakêtê de hikûmetê bernameyek (teqwîm) pêşkêş nekiriye û got, "Hêvîdarim dê ev di rojên pêş de zelal bibe."
Prof. Dr. Sancar ragihand ku ev pakêt dibe ku kêm be jî alîkariye li zindîbûna pêvajoya aştiyê û asayîbûnê bike û wiha peyivî:
"Ji nû ve dê ber bi siyaseta demokratîk, ji nû ve ber bi navendeke li derdora meclîsê ve, pêşketin hebe. Derketina pêş a siyaseta demokratîk, wê were wateya zêdebûna hewldanên siyasî û têkoşîna demokratîk a der barê van daxwazan de. Ev jî girîng e. Kurd û beşên din ên civakê dê baştir bibînin ku demokratîkbûyîn û gavên ji bo çareseriyê ji hikûmetê re nikare bên hiştin û pêwistiyê bi rêbaz û dîmanîkên nû yên têkoşînê, ku zorê bidin hikûmetê, bibînin."
'HER DU SÎSTEM JÎ XETERE NE'
Prof. Dr. Mîthat Sancar pêşniyarên Serokwezîr Erdogan ên ji bo benda hilbijartinê jî anî rojevê û diyar kir ku mîna hemû deshilatdariyan hikûmeta AKP'ê jî dema di sîstema hilbijartinê de guhertinan dike berjewendiyên xwe li ber çavan digire û got, "Partiyên deshilatdar ji bo xwe rêbaza herî guncaw hildibijêrin. AKP jî di nava lêgerîna sîstemeke ku jê re bibe avantaj, de ye."
'LI DIJÎ PARTIYÊN BIÇÛK E'
Prof. Dr. Sancar got, "Ez di wê baweriyê de me ku her du pêşniyarên AKP'ê yên ji bo sîstema hilbijartinê ne baş in" û ji bo "sîstema herêma tengkirî" û "sîstema herêma teng" de ev nirxndin kir:
"Di sîstema herêma tengkirî de bend dakeve ji sedî 5'an jî, wê li gelek cihan li dijî partiyên biçûk be. Bi taybetî jî wê avantajeke neheq bide AKP'ê.
Sîstema herêma teng jî xwedî xeteriyên hin cuda ne. Di sîstema herêma teng de wê feraseta pirbûnê belav bibe. Dê BDP'ê li herêmê sînorkirî bihêle. Lewma hewldana BDP û Tevgera Kurd a Tirkiyebûyîn û hembêzkirina Tirkiyê, dê bi rêya sîstema hilbijartinê bê astengkirin.
Daxwaza min benda ji sedî 5'an an jî sîstemeke bê benda hilbijartinê. Diyar e ku bend dê danekeve binê ji sedî 5'an. Eger bi sîstema temsîlkariya nispî neguhere û bend dakeve ji sedî 5'an, dê ji bo edaleta di temsîlkarî û demokratîkbûyînê de, gelekî baş be."