Şîrketa Torunlar 3 meh in meaşê karkeran nedaye
Şîrketa Torunlar 3 meh in meaşê karkeran nedaye
Şîrketa Torunlar 3 meh in meaşê karkeran nedaye
Derket holê ku di şantiyeya rezîdans a aîdî Torunlar GYO ku 10 karkeran têde jiyana xwe ji dest dan, karkeran 3 meh in meaşên xwe negirtine. Karkerê ku nexwest navê xwe bide diyar kir 3 meh in meaşên xwe negirtine û got: “Divê hinek ji vê kedxwariyê re bêjin bes e.”
Derket holê ku Azîz Torun ê Midûrê Giştî û Serokê Desteya Rêveber a Torunlar GYO, di lîsteya “Tirkên herî dewlemend" ên di cîhanê de di rêza 78’emîn de cih digire û bi milyon dolaran serweta wî heye 3 meh in meaşên karkerên xwe nedaye. Karkerê ku di şantiyeya rezîdans a ji 10 karkeran re bû gor ku nexwest navê xwe aşkera bike anî ziman ku heta niha di înşaetê de bi awayekî rêk û pêk pereyên xwe negirtine û 3 meh in jî meaşên xwe negirtine.
KEDXWARIYA WIHA…
Karker diyar kir bi şîrketa Torunlar ji bo rojê 80’ê TL li hev kirine, ji roja destpê kirine heta niha bi rêk û pêk pereyên xwe negirtine û wiha got: “Mehê ku diviyabû 2 hezar û 400 TL dabana me tenê 300 yan 400 TL didin.” Karker got ku girêdayî pergala taşeron dixebitin 3 meh in meaşên xwe negirtine, dema dengê xwe derdixin jî têne bêdengkirin. Karker got ku bi eslê xwe ji Wanê ye, li vir jî koçber e û wiha axivî: “Mirin li ber serê me em nanê xwe derdixin” û destnîşan kir ku înşaet nayê kontrol kirin û xwest ku hinek ji vê dagirkeriyê re bêjin bes e. Karker li hember sendîka û rêxistinên girseya demokratîk jî nerazîbûn nîşan da û wiha got: “Ji bo bikevin nava tevgerê ma divê mirov bi komî bimirin. Her roj hevalên me jiyana xwe ji dest didin, dengê kesekî dernakeve. Ya girîng ev e ku mirov di dema wê de bikeve nava tevgerê.”