Şîrîn Ebaddî: Divê Ocalan serbest bê berdan
Şîrîn Ebaddî: Divê Ocalan serbest bê berdan
Şîrîn Ebaddî: Divê Ocalan serbest bê berdan
Parêzvana mafê mirovan ya Îranî ya xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî diyar kir ku, ji bo pêvajoya aştiyê ya di navbera PKK û Dewleta Tirk de baş bimeşe divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest bê berdan.
Şîrîn Ebadî li Stockholmê li Şanoya Çînê tevlî konferansa ku ji aliyê ‘Weqfa Harald Edelstam’ pêk hat ve bû. Ebadî di derbarê pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê de ji ANF’ê re axivî. Ebadî got, ew gelek kêfxweşe ku serokwezîrê tirk Tayyîp Erdogan bersiv daye banga Ocalan û diyarkir ku, ev ji bo pêkhatina aştiyê pêngaveke gelek girînge û hêviya me ewe ku mafên gelê Kurd bên dayîn.
Ebadî da zanîn ku, ji bo pêvajo lezgîntir bibe û bi awayekî baştir bimeşe divê Ocalan serbest bê berdan.
Ebadî di axaftina xwe ya konferansê de jî zêdetir li ser binpêkirinên mafan û polîtîkaya Sûriyeyê û enerjiya nukleerê ya Îranê rawestiya. Ebadî anî ziman ku, li Îranê bi sedan xwendekar ji ber ku polîtîkayên hikûmetê protesto kirine niha di girtîgehan de ne. Ebadî ji bo weqfa Edelstam ku sala borî xelat da Rêberê xwendekeran yê di girtîgehê de Bahareh Hedayet, sipasiyên xwe pêşkêş kir û got: “Hikûmet ji ber ku Hadayet hat xelatkirin gelek nerehet bû. ji ber Hadeyet rewşa xwendekaran û girtîbûna wan anîbû rojevê.”
GELÊ ÎRANÊ LI DIJÎ SANTRALÊN NUKLEERÊ YE
Ebadî Balkişand ser santralên Nukleerê yên Îranê û destnîşan kir ku, “Hikûmeta Îranê di santralên nukleerê de israr dike. Netewên Yekbûyî jî li hemberî Îranê cezayan giran dike û ne hikûmet gel rast rast jê zirarê dibîne. Gelê Îranê santralan naxwaze. Felaketên li Japanyayê qewimîne, gelê Îranê jî dike nava fikaran.”
Ebadî da zanîn ku, gel ji polîtîkayên li ser Sûriyeyê tên pêkanîn jî nerehete û wiha pê de çû: “Hikûmeta Îranê alîkariya pere û çekan dide Sûriyeyê. Ev jî dibe sedema xwîn rijandinê. Nêzî 100 hezar kesî mir. Bi milyonan jî welatê xwe berdan.”
Ebadî destnîşan kir ku, têkoşîna mafê gelan gerduniye û got Îran piştgiriyê dide gelê Filistînê.
DI DARVEKIRIN Û GIRTINA ROJNAMEGERAN DE YEKEMÎNE
Ebadî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Xwendekarên Îranê ji sedî 60 jinin. Her wiha li welatê me ku şaristaniyeke 2500 saliye hêj jin di çîna duyemîn de tê dîtin. Mêr dikarin bi 4 jinan re bizewicin û dema bixwazin jî dest jê berdin.
Her wiha li gorî Rêxistina Efûyê ya Navnetewî piştî Çînê, welatê ku herî zêde darvekirinan pêk tîne Îrane. Lê dema bi nifûsa wê re bê hemberî hev Îran yekemîne. Her wiha di girtina rojnamegeran de jî yekemîne.”