Sînorê Dewleta Tirk ji El Qaîde re vekirin pevçûnan destpê kir

Sînorê Dewleta Tirk ji El Qaîde re vekirin pevçûnan destpê kir

Çavkaniyên herêmî didin diyarin kirin ku, şerên li gundê Eloka yê 7 kîlometra dikeve rojhilata Serêkaniyê di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê Cebhet El-Nusra (El Qaîde) dijwar dibin.

 Heman çavkaniyan diyar kirin ku 20 endamê El Nusra/El Qaîde ji sînorên Tirkiyê dibin çavdêriya leşkerên Tirk derbasî herêmê bûne.

 Alîkariya dewleta Tirk ya ji El Qaîde re didome. Çavkaniyên herêmî didin diyarin kirin ku, şerên li gundê Eloka yê 7 kîlometr dikeve rojhilata Serêkaniyê di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê Cebhet El-Nusra (El Qaîde) dijwar dibin. Heman çavkaniyan diyar kirin ku 20 endamê El Nusra/El Qaîde ji sînorên Tirkiyê dibin çavdêriya leşkerên Tirk derbasî herêmê bûne.

 Îro saet di 05.00’an de komên çekdar ên DAIŞ/ Cebhet El-Nusra (El Qaîde) êrîşî gundên Çava ku piraniya şêniyên wê kurdên Êzdî ne û gundê Eloka ya rojhilatî Serêkaniyê kirin. Hate gotin di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûnên dijwar qewiminin. Pevçûn hîn didomin.