Sînan Şîmşek ê li Girtîgeha Bûrhaniye bi tena xwe wek girtiyê siyasî dimîne, ji ber daxwaza wî ya sewqkirinê bê bersiv hat hiştin, berî niha bi 12 rojan dest bi greva birçîbûnê kiribû, Şîmşek ji ber daxwazên wî bi qismî hatin bicihanîn greva xwe bi dawî kir.
Girtiyê siyasî Sînan Şîmşek ê li Girtîgeha Burhaniye ya Balikesîr tê ragirtin, ji bo bê sewqkirin daxwaz ji Wezareta Edaletê kiribû. Lê belê ji ber daxwaza wî bê bersiv hatibû hiştin berî niha bi 12 rojan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Şîmşek ji ber qismek ji daxwazên wî hatin bicihanîn greva xwe bi dawî kir.