Li paytexta London a Îngilîstanê li Navenda Civaka Kurd Seyit Riza û hevalê wî hatin bibîranîn. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî weke axaftinker tevlî bû.
Nêzî 300 kesî tevlî bîranînê bûn. Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm axaivî û peyama yekitiyê da. Muslim da zanîn ku kurdên çar parçeyên kurdistanê dijî divê ji dîrokê dersê bigirin û wiha got: “Divê em nirxên xwe yên wekî Seyid Riza, Qazî Mihemed û Barzanî dersê derbixin. Têkoşîna wan îro jî didome.”
Muslîm der barê êrîşên PYD’ê tên kirin jî wiha got: “Hemû kes PYD’ê rexne dike. lê tu kes dernakeve û tişta pêwist nake. Em weke PYD’ê kêmasiyên me çêdibin. Mînak me li Rojava gelek dibistanên kurdî vekir. Ez bang li hemû kesên me rexne dikin, dikim. Bila werin em bi hev re tevbigerin. Ji destê kê çi tê bila bike.”
Muslim got ku di dîrokê de her tim kurd leşkerên kesên din bû û wiha got: “Ji vir şûnde em dixwazin bibin leşkerê gelê xwe û ji wan re xizmetê bikin. Têkoşîna li Kurdistan û Rojava tê meşandin ji bo jiyaneke azad a gelê kurd e. Çi ji me bixwazin em dê bikin.”
Muslim axaftina xwe wiha berdewam kir: “Rêber Apo di 2005’an de mizgniya bihara gelan dabû. Îro li Sûriyeyê şoreşek heye. Em kurd dixwazin bi nasname û dengê xwe di vê pêvajoyê de hebin. Tu kes nikare me ji qezencên me dûr bixe. Îro li Kurdistanê xwe bingeha xweseriya Demokratîk hatiye avêtin. Bi Kobaniyê re li bajaran dibin û meclisên hatin avakirin. Gelek komên çekdar yên dewleta tirk piştgiriyê dide êrîşê gelê kurd dike. Hêzên me jî bersivê didin vê. Heta em mecbur nemînin em bersivê nadin kesî. Em dixwazin rejîmê hilweşînin, ne dewletê.”
Piştî axaftinan sînevîzyonek û nîşandana semahê pêk hat.