Seyîd Riza li Ewropayê bi çalakiyan hat bibîranîn
Seyîd Riza li Ewropayê bi çalakiyan hat bibîranîn
Seyîd Riza li Ewropayê bi çalakiyan hat bibîranîn
Pêşengê Raperîna Dêrsimê Seyîd Riza, di salvegera darvekirinê de li gelek navendan Ewropayê bi çalakiyan hat bibîranîn.
TOULOUSE: Li bajarê Fransa Toulouse, Komeleya Elewiyan a Demokratîk bi vê armanca çalakiyeke bîranînê lidar xist. Di bîranîna ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna qurbaniyên 1937-38 ên Dêrsimê destpê kir de, dokûmantera "Kara Vagon (Vagona Reş)" hat nîşandan. Li dû nîşandanê Pîr Abbas axaftinek kir. Pîr Abbas da xuyakirin ku ya hatiye jiyîn şermeke mirovahiyê ye û destnîşan kir ku ti wateya lêborîna hikûmeta AKP'ê nîne. Pîr Abbas ragihand, ku heta cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî neyên aşkerakirin, ew ê ji samîmiyeta wan bawer nekin. Hevserokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Toulouse Şevket Çîftçî jî diyar kir ku ya di sala 1938'an de li Dêrsimê hatiye jiyîn hewl tê dayîn di roja îro de jî bê dewamkirin û anî ziman, ku berevajî dema berê Kurd îro rêxistinbûyî ne. Çîftçî got, "Kurdên îro li Kobanê li ber xwe didin, xwedî ruhê Seyîd Riza ne." Bîranîn bi belavkirina niyaz û pariyan ji bo bîranîna yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, bi dawî bû.
GIESSEN: Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Elmanya Giessenê jî, Seyîd Riza bi çalakiyekê hat bîranîn. Neviyê Seyîd Riza yê ji nifşê sêyemîn Seyîd Riza li bîranînê axaftinek kir û behsa pêşengê raperîna Dêrsimê kir. Siyasetmedarê Kurd Serhat Agirî jî di axaftina xwe ya li bîranînê de diyar kir, ku mejî û feraseta rê li ber komkujiya Dêrsimê vekir, di roja îro de hînê serdest e û destnîşan kir ku divê li dijî vê îro bêtir bi awayekî rêxistinî têkoşîn were dayîn. Ji Komeleyên Elewiyan ên Giessen û Wetzlarê jî tevlîbûn li bîranînê çêbû. Bîranîn bi belavkirina aşûreyê bi dawî bû.
DORTMUND: Li Navenda Çanda Elewî ya Dortmundê, bi armanca bîranîna Seyîd Riza û hevalên wî merasîmek hat lidarxistin. Di bîranîna ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de rojnamevan-nivîskar Halîl Dalkiliç weke axaftvan amade bû. Dalkiliç da zanîn ku komkujiya dewleta Tirk li Dêrsimê kir nîşan dide ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk çiqasî xetere ye û anî ziman ku hatiye xwestin, baweriya sersor a Kurdan bê tinekirin. Dalkiliç ragihand ku girîng e Elewiyên Kurd li dijî vê bêtir xwedî li nirx û baweriyên xwe derkeve. Piştî Dalkiliç Pîr Bulent Aldede peyivî û anî ziman ku ji Kerbela û vir ve ew rastî komkujiyan tê. Bîranîn bi belavkirina aşûreyê bi dawî bû.
LEVERKUSEN: Li bajarê Elmanya Leverkusenê, Seyîd Riza û hevalên wî, di salvegera 77. a darvekirinê de bi panelekê hat bîranîn. Panel ji aliyê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) ve hat organîzekirin û gelek Kurdistanî beşdar bûn. Di panela li avahiya navendî ya FEDA de nivîskar lêkolîner Erdogan Yalgin û li ser navê FEDA'yê Alî Surmelî axivîn. Yalgin da xuyakirin, ku komkujiya li Dêrsimê hat kirin, li dijî komekê, li dijî şexsekî yan jî li hemberî eşîrekê nehatiye kirin û destnîşan kir, ku hatiye xwestin Elewiyên Kurd bi qirkirinekê re ji holê bên rakirin. Yalgin anî ziman ku ruhê berxwedanê yê li hemberî vê, îro jî li çiyayên Dêrsimê dewam dike. Li ser navê FEDA'yê Alî Surmelî jî bi gotina, "Dêrsim çi be Şengal û Kobanê jî ji bo me ew e" dest bi axaftina xwe kir. Surmelî diyar kir ku divê Kurd dersê ji paşeroja xwe derxîne û bi vî rengî pêşeroja xwe ava bikin. Li dû axaftinan, li ser komkujiya Dêrsimê sînevîzyon hat nîşandan. Panel bi dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.
BREGENZ: Li bajarê Awûstûrya Bregenzê jî, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Seyîd Riza û hevalên wî bi merasîmekê hatin bîranîn. Di axaftinên li bîranînê de hat ragihandin ku xwedîderketina li bîranîna Seyîd Riza û hevalên wî, bi tevlîbûneke rêxistinbûyî ya li têkoşîna îro dibe û anî ziman ku dewleta Tirk hînê polîtîkaya di sala 1938'an de li Dêrsimê meşand, di roja îro de jî li hemberî Kurdan dimeşîne. Bîranîn bi dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.