Şewqeyê Napolyon bi 1,9 mîlyon euro hat firotin

Şewqeyê Napolyon bi 1,9 mîlyon euro hat firotin

Şewqeyekî tê gotin ê Împaratorê Fransayê Napolyon Bonapart e, bi 1,9 mîlyon euroyî hat firotin.

Di mûzayedeya li Fontainebleau ya nêzî paytext Parîsê de, di nava nêzî hezar eşyayên bi qîmet ên ji bo firotinê hatin pêşkêşkirin de, bi dehan eşyayên şexsî yên Împaratorê Fransayê Napolyon jî hebûn.

Yek ji van şewqeyê Napolyon bû ku bi bûhayê 400 hezar euro dest bi firotinê hat kirin û bi 1 mîlyon 884 hezar euroyî hat firotin. Hat ragihandin, ku kesê şewqe bi vî bûhayê zêde kiriye, ji rêveberên kargeha xurekê ya bi navê Harîm Group a Koreya Başûr Tka Lee ye.

Hat diyarkirin ku rêveberê Koreya Başûr, li gel şewqeyê Napolyon hin eşyayên şexsî yên Împaratorê Fransayê jî kiriye û wê van eşyayan li navenda kargehê ya li Seulê bide nîşandan.

Li aliyê din peykerekî Napolyon ê ji aliyê peykertraşê Îtalî Antonio Canova ve bi rêbaza antîk hat çêkirin, bi 706 hezar euroyî hat firotin.

Di mûzayedeya duh bi dawî bû de, li gel şewqe gomlekekî Napolyon û şûrê împaratoriyê jî hebûn. Kêra xwendekarekî Elman ê di dema dagirkirina Elmanya de weke çeka sûîkastê li dijî Napolyon hatibû bikaranîn, ji bo firotinê hatibû pêşkêşkirin.

Hat ragihandin ku di mûzayedeya du rojan a li Fontainebleau'yê, lêçûn jî di nav de 10 mîlyon euro hatin ji berhemên dîrokî bi dest ketiye. Tê gotin ku ev yek mûzayedeya bi hatineya herî bilind a heta roja îro li Fransayê hatiye lidarxistin e.

Napolyon Bonapart ê di sala 1769'an de li Girava Korsîka hat dinyayê, ji 11'ê Mijdara 1799'an heat 18'ê Gulana 1804'an weke Konsulê Fransayê bû yekemîn serokê Komara Fransayê, di navbera 18'ê Gulana 1804 û 6'ê Nîsana 1814'an de jî bi navê I. Napolyon bû Împaratorê Fransa û Qralê Îtalyayê. Napolyon ku bi seferên xwe yên li hemberî welatên Ewropayê navê xwe da bihîstin,  mezintirîn artêşa cîhanê ya heta wê rojê kom kir û di seferên xwe yên li Ewropa Navîn û Rojhilat de heta Moskowê çûbû. Napolyon ku ji ber sefera wî ya li Rûsyayê li mehên zivistanê rast hat derbeke mezin xwar, ji sed hezaran leşkerên xwe bi tenê bi yekîneyeke biçûk vegeriyabû Parîsê û piştre ji bo demeke kurt ew sirgûnî Girava Elba hatibû kirin.

Napolyon piştî sirgûniya 100 rojî ya 1815'an careke din li ser text rûniştibû û piştî têkçûna Waterloo ya li hemberî Îngilîstanê, xwe li Girava Saint Helena girtibû û di sala 1821'ê de miribû.