Şewata li Avustralyayê nayê vemirandin

Şewata li Avustralyayê nayê vemirandin

Şewata li Avustralyayê didome. Şewata ku başûrê welat xist bin bandora xwe, kêmbûnek tune. Avustralya ku dest bi rojeke germ, bi ba û hişt dest bi rojê kir, vemirandina şewatê her diçe zehmettir bibe.  Ger agir neyê vemirandin, dê bigihêje astengeke ku Sydneyê tehdîd bike.

Şewata li Eyaleta Galler a Başûrê Nû ya Avustralyayê dest pê kir, ket roja 7’emîn.  Ji 59 şewatê li eyaletê 19 heb xistin bin kontrolê. Şewatên din jî didomin.

Li Eyaletê rewşa awarte hat îlankirin.  Germbûna hewayê, zêdebûna hişkahiyê û ba bandorek neyînî li ser agir dike.  Berfpirsê îtfayê yê eyaletê Shane Fîtzîmmons got: “Di van rojên wisa de, deqe pir girîngin.”

 Xebatên vemirandina şewatê li herêm Çiyayê Şîn zêdene.  Ev herêm herêmeke turîstîk ya girîng a welatin û nifûsa wê 75 hezar e.