SES’ê rapora Bazarcixê belav kir: Cihêkariya etnîk tê kirin

Şaxa SES’ê ya Amedê ragihand ku li navçeya Bazarcixê cihêkariya alîkariyan tê kirin.

Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Amedê têkildarî xebatên xwe yên di navbera 8-13’ê Adarê de li Bazarcix a Mereşê û gundên wê raporek parve kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku di çarçoveya planê de du tîm hatine avakirin û li gundên Musolar, Şahîntepe, Oruçlar, Teterlîk, Esmapur, Mînehuyuk, Bolukçam, Dehlîz, Marli, Seyrantepe, Çîgîlî, Kocalar, Oksuzlu, Kupelî, Tevekelî, Kuyumcular, Osmandede, Ordekdede, Karahasan, Doganli û Sogutluyê û Konbajarê Stadyumê, Konbajarê Belmanê, Konbajarê Narliyê, Konbajarê Parka Ataturkê û Konbajarê Febrîqeyê xebat hatine meşandin.

Di daxuyaniyê de xebatên hatine kirin wiha hatin diyarkirin: “Li gund û konbajarên hatine diyarkirin xebatên qadê, bi awayekî tîmên gerok hate kirin. Li tevahiya gundan tespîtên destnîşankirina rewşê hatin kirin. Li gundên Mînehoyuk û Sogutluyê xizmetên polîklînîkê hatin dayîn. Li gund û konbajaran ji bo piştgiriya psîko-sosyal xebatên qadê hatin kirin. Ji bo zarokan qadên lîstikê hatin avakirin û xebat hatin kirin. Her şev saet di 21.00’an de bi mexdûrên erdhejê re çalakiya vêxistina findan hate kirin. Li hinek gundên ku ava wan nepaqij, perwerdeya klorkirina avê hate dayîn. Kontrolên tenduristiya hawirdorê hatin kirin, li hinek gundan paqijiya hawirdorê hate kirin. Di mijarên plankirina malbatê û tenduristiya zayendî li gund û konbajaran jin hatin perwerdekirin. Di çarçoveya pêdiviyê de kîtên hîjyenê li jinan hatin belavkirin. Li hemû gund û konbajaran xebatkarên tenduristiyê hatin ziyaretkirin. Penaberên sûriyeyî yên li konbajaran rastî cihêkariyê hatin, hatin ziyaretkirin. Di saetên êvarê de li pêşiya konê me bi mexdûrên erdhejê re sohbet hatin kirin.”

Di beşa nirxandin û pêşniyaran a daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin:

“*Em bûn şahid ku gundên elewiyan di mijara alîkariyan de rastî cihêkariyeke mezin tên. Me dît ku kon pir dereng şandine gundên Kurdên Elewî û xurek, cil û berg, makîneyên kar qet neçûne. Şêniyên gelek gundan bi derfetên xwe makîneyên kar kirê kirin û cenazeyên xizmên xwe ji bin kavilan derxistin. (Gotin ku tevahiya alîkariyan HDP, rêxistinên civaka sivîl û dilxwazan ji wan re şandine.”

*Me li konbajaran tespît kir ku ji bo kesên rewşa wan cuda xwarinên cuda nayên çêkirin. Divê di zûtirin demê de ev pirsgirêk bê çareserkirin.

*Di encama kontrola li qadê de di gelek zarok û kesên temenmezin de piştî travmayê pirsgirêka stresê peyda bûye. Divê bi taybet jî li konbajaran xebatên psîko-sosyal bên meşandin û xebatkarên di bin sîwana KESK’ê de jî tevlî van xebatan bibin. Weke Şaxa SES’ê ya Amedê hindik jî be me xebat meşandin û divê ev xebat bên domandin. Ji bo van xebatan divê bi SHU-DER, DERMEZ, TODAP û TPD’ê re hevdîtin bên kirin.

* Jin hêj jî nikarin xwe bigihînin alavên hîjyenê (Bi taybet jî li konbajaran) Divê ji bo vê xebat bên meşandin.

*Şêniyên gundan ên sewalkariyê dikin zehmetiyên mezin dikêşin. Ji ber ku êm peyda nakin, neçar dimînin ku sewalên xwe bifiroşin keysbazan. Divê em pirsgirêk bê çareserkirin.

*Xebatkarên AFAD û Heyva Sor a Tirk bi liv û tevgerên xwe mexdûrên erdhejê dişikînin, wan biçûk dixin û rûmet û heysiyeta wan binpê dikin. Di dema belavkirina xwarin, av û tiştên zarokan de dikevin nava tevgerên nemirovî. Divê ev xebatkar bên perwerdekirin.

*Penaberên Sûriyeyî li hinek konbajaran rastî cihêkariyê tên.

*Enfeksiyonên cihê destavê pir zêde hene.

*Li pêşiya konên dilxwazan her şev çalakiya vêxistina findan tê lidarxistin. Me dît ku bi saya van bîranînan, mexdûrên erdhejê xwe baştir hîs dikin.

*Li navenda Bazarcixê dema avahiyên pirxesar tên hilweşandin, av lê nayê reşandin. Lewma tozeke zêde radibe û xetereyeke mezin li ser tenduristiya gel dike. Divê xebat li gorî danezana absestê bên meşandin.

*Yek ji pirsgirêkên herî mezin a konbajaran, hejmara kêm a serşok û daşiran e. Li hêla din jî ji aliyê hîjyenê gelek nebaş in. Ji bo rê li ber nexweşiyan venekin, divê tavilê tevdîr bên girtin.”