Şervanên Xezeba Firatê: Wesayîtekî bombebarkirî hate rûxandin
şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê wesayîtekî bombebarkirî ya çeteyên DAIŞʹê li nêzî gundê Cideydet Mixêt îmha kirin.
şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê wesayîtekî bombebarkirî ya çeteyên DAIŞʹê li nêzî gundê Cideydet Mixêt îmha kirin.
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di pêngava sêyemîn a Xezeba Firatê de pêşveçûna xwe didomînin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê yên baskê pêngavê li gundê Ebû Xeşeb wesayîtekî çeteyên DIAŞʹê ya bombebarkirî beriya bighêje armanca xwe rûxandin.
Şervan pêşveçûna xwe ya li wê herêmê didomînin û derbeyên giran li çeteyan dixin.