Şervana YPJ’ê Karaer bi meşekê hat bîranîn
Şervana YPJ’ê Karaer bi meşekê hat bîranîn
Şervana YPJ’ê Karaer bi meşekê hat bîranîn
Endamên DEM-YOM’ê ji bo hevala xwe ya zanîngehê Tuba Karaer a YPJ’î ya li Kobanê di şer û pevçûnên li dijî çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da meşek li dar xistin.
Meclîsa Xwendekarên Welatparêz û Demokratîk a Erdexanê (DEM-YOM) ji bo Tuba Karaer (Verjîn Koçer) a beriya 4 mehan tevlî YPJ’ê bû û li Kobanê di şer û pevçûnên li dijî çeteyên DAIŞ jiyana xwe ji dest da meş li dar xistin û hevala xwe ya zanîngehê bibîr anîn. Bi sedan xwendekarên ku li ber avahiya komeleyê hatin cem hev pankarta li ser wêneyê Karaer heye hilgirtin û dirûşmên “Jin jiyan azadî” “Bijî berxwedana Kobanê” “Bijî berxwedana YPJ’ê” gotin û heta navenda sûkê meşiyan. Piştî meşê xwendekaran daxuyanî dan û cardin vegeriyan avahiya komeleyê. Li vir sînevîzyona ku jiyana Karaer a zanîngehê vedibêje hate pêşandan.