Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Andreottî jiyana xwe ji dest da
Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Andreottî jiyana xwe ji dest da
Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Andreottî jiyana xwe ji dest da
Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Gîûlîo Andreottî, di 94 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Çapemeniya Îtalyayê ragihand, ku Andreottî îro çûye ser dilovaniya xwe.
Andreottî li Îtalyayê weke Serokwezîrê herî zêde li ser deshilatdariyê mayê tê naskirin.
Serokê berê yê Partiya Gel a Katolîk Democrazia Cristiana Andreottî cara yekemîn di navbera salên 1972 û 1973'an de bû Serokwezîr.
Andreottî di tevahiya jiyana xwe ya siyasî de 7 caran wezîfeya serokwezaretiyê meşand.
Andreottî ji bilî siyasetê, di heman demê de nivîskar û weke rojnamevanekî jî dihat naskirin.