Serokên baroyan ji bo mîtîngê bang kirin

Serokên baroyan li ber deriyê meclîsê di nava dorpêçiya polîsan de heta sibehê man. Serokên baroyan ji bo mîtîngê banga tevlîbûnê kirin û gotin, "Dest destwerdanê bikin, em ê li ber xwe bidin."

Serokên baroyan xwestin tevlî hevdîtinên li Komîsyona Edaletê ya Meclîsê bibin ên li ser pêşniyara baroyên pirreng a AKP'ê. Bi vê armancê heta serê sibehê li ber deriyê Çankayayê yê Meclîsê di bin dorpêçiya polîsan de man. Bi sedan polîsî dor li polîsan girtin û bend danîn derdora wan.

Polîs li pêşiya rojnamevanan bûn asteng ku xwe bigihînin herêmê û nahêlin ku li derveyî bendan jî dîmen û wêneyan bikişînin.

Serokên baroyan dixwazin ku tevlî hevdîtinên li komîsyonê bibin, 5 serokên baroyan 15 deqeyan biaxivin û heta hevdîtin biqedin nûnerekî xwe li hevdîtinan bihêlin. Lê belê ev daxwaz tê redkirin.

BANGA JI BO MÎTÎNGÊ

Herêma Anitparkê ku wê mîtîng bê lidarxistin ji bendên polîsan hatine dorpêçkirin. Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Enqereyê ji bo mîtîngê banga tevlîbûnê kir û diyar kir ku eger destwerdan bibe wê li ber xwe bidin.