Serokê Parlamentoya Iraqê banga îstîfayê li hikûmeta Malikî kir
Serokê Parlamentoya Iraqê banga îstîfayê li hikûmeta Malikî kir
Serokê Parlamentoya Iraqê banga îstîfayê li hikûmeta Malikî kir
Serokê Parlamentoya Iraqê Usame El Nuceyfî banga îstîfayê li hikûmeta Şîî Nûrî El Malikî û hilbijartinên giştî kir.
Di daxuyaniya ku ji buroya El Nuceyfî hat kirin de wiha tê gotin: “Divê ev însiyatîf ji bo lihevkirina netewî, parastina qezencên demokrasiyê û di heman demê de welat ji şerê naxweyî yê mezhebî derxe, xizmetê bike.
Nuceyfî ku nûnerekî paye bilind yê Bloka Iraqiye ya ku Sunnî piştgiriyê didinê ye, ev pêşniyara xwe j bo partiyên din yên parlamentoyê jî şand.
Serokê parlamentoyê banga îstîfayê li hikûmeta heyî kir, xwest ku hikûmeteke demborîya ku di hilbijartinên pêş de tevlî nebe bê avakirin. Her wiha got, komîsyoneke hilbijartinê beriya feshkirina parlamentoyê ji bo hilbijartinan amadekariyan bikin.
Ev pêşniyar piştî hawireke tundiyê ya nû a di 23’ê Nîsanê de destpê kir hat. Bûyeran li Hewîce destpê kir. Di êrîşên artêşa Iraqê de 53 kes mirin. Ji 23’ê Nîsanê heta niha 230 kes mirin, bi sedan birîndar bûn.
Ji meha kanûnê heta niha li herêmên Sunnî li dijî hikûmetê xwepêşendan pêk tên. Çalakger dixwazin ku Nûrî El Malikî îstîfa bike û dawî li polîkayên marjînalkirinê bînin.
Li gorî daneyên AFP’ê ji meha nîsanê heta niha li Iraqê 540 kes mirine û 1150 kes jî birîndar bûne.